Ciwanên ji Munihê Nobeta Azadiyê dewr girtin

 

Ciwanên ku Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 640mîn de dewr girtin, bang li ciwan û gelê Kurd kirin ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya Pirsa Kurd li her qada jiyanê têkoşînê bikin.

Çalakiya “Nobeta Azadiyê” ya li Fransa bajarê Strasbourgê, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê pêkanîn û her hefta komek ji Kurdistaniyên li Ewropa nobetê dewr digire.

Nobeta di hefteya 640’mîn de Abdurrahîm Demîr, Sînan Ergen, Nurettîn Încî û Hesen Ergen ji Elmanya bajarê Munihê çûne Strasbourgê û nobet dewr girtin.

Di dewrgirtina nobetê de, Abdurrahîm Demîr axivî û diyar kir ku ew li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Munihê nobet dewr girtine û got:

Em bang li ciwanên Kurd dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwedî li “Nobeta Azadiyê derbikevin.

Xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li têkoşîna azadiya gelê Kurd e.

Piştre Sînan Ergen axivî, têkoşîna gerillayên azadiyê silav kir û got:

“Em weke ciwanên Kurd ji bo nobeta ku 12 sal in ji bo azadiya Rêber Apo tê girtin, Heta ku Rêbertiya me azad bibe, wê ev nobet dewam bike.

Sînan Ergen jî bang li ciwan û gelê Kurd ki ku li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derkevin.