Ji bo meşa dirêj ku wê li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê destpê bike û li bajarê Dûîsbûrgê bi dawî bibe, ciwanên li eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanan bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û gotin,
“Li eyaleta NRW’ê ji bo Rêber Apo yê ku 26 sal in tecrîdkirî ye, em ê çalakiyê lidar bixin.”
Ciwanên Kurdistanî li paytexta eyaleta NRW Dusseldorfê li hev kom bûn, daxuyaniyek dan û gotin,
“Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em bang li gel û ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî çalakiya Meşa Dirêj bibin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.