Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil diyar kir ku êrîşa li dijî saziyên zimanê Kurdî parçeyek ji tecrîda li Îmraliyê ye û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek têkildarî êrîşên doh sibehê li ser saziyên zimanê Kurdî û binçavkirina mamosteyên zimanê Kurdî, li navçeya Cizîrê li ber avahiya komelê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Rêveberên DBP û DEM Partîya bajar û navçeyan, aktivîstên TJA, Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan û rêveberên rêxistinên sivîl destek dane daxuyaniyê.
Di destpêkê de Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil axivî û got; Ev êrîş, li dijî ziman, çand, nasname û nirxên Kurdî ye. Ev êrîş parçeyek ji polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan e. Li şûna êrîşan, rê li ber statu û perwerdeya zimanê Kurdî vekin. Banga me ji gelê me, rewşenbîr û saziyên demokratîk re ew e ku li dijî êrîşên ser zimanê Kurdî li her qadê têkoşînê bilind bikin.
Piştre parlamenter Newroz Uysal Aslan axivî û got; Di dîroka mirovahiyê de tu hêzê nekarî bi êrîşan ziman û çanda gelên din tune bike. Em ê heta dawî li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd bi xwedîderketina li ziman, çand û saziyên xwe wê van êrîşan vala derxe.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên b dawî bû.