CPJ: Tirkiyeyê bersiva pirsên me yên têkildarî êrişa li Silêmaniyê neda

CPJ’ê derbarê şehîdxistina rojnamevanên di êrişa dewleta Tirk a li Silêmaniyê de xemgîniya xwe anî ziman û got: “Me girêdayî mijarê ji rayedarên Tirk re e-mail şand, lê bersiva me nehate dayîn.”

Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li Seyîdsadiq a Silêmaniyê li ser rojnamevanên çapemeniya azad ku encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û 6 rojnamevanên din jî birîndar bûn, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Kordînatora bernameya MENA ya Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî (CPJ) Yeganeh Rezaiyan wiha ragihand: “Weke CPJ, em ji ber êrişa bi dronê ya ku di 23’ê Tebaxê de li Herêma Kurdistana Iraqê ku encamê de 2 rojnamevan hatin qetilkirin û rojnamevanek bi giranî birîndar bûyî, pir xemgînin. Pêwîste rayedarên Tirk demildest li ser vê êrişê lêpirsîn bidin destpêkirin û diyar bikin ku ekîba ragihandinê ji ber xebatên xwe bûne hedef an na.”

CPJ’ê destnîşan kir ku ji bo bersivdana pirsên girêdayî mijarê ji Nûnertiya Daîmî ya Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî re e-mail hate şandin, lê rayedarên Tirk bersiv neda.