Dagirkeran heremêke Kerboranê ‘qedexe’ kirin

 

Walîiyê Tirk ya li Mêrdînê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li navçewya Kerboran, herêma gundên Xirbê Kiryan, Arbeyê û Deywanê di navbera 12 û 26’ê Tîrmehê de weke “Herêma ewlehiya taybet” hatine ragihandin.

Di daxuyaniya walîtiya Tirk de hat gotin ku li gundê Deywan “ketin û derketin” hatine qedexekirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku leşkerên Tirk, bi ser malên gundiyan de girtin û Îbrahîm Akyuz, Çaçan Akyuz, Ahmet Akyuz û Bîlal Akyuz girtine binçavan.