DBP: Li dijî desteserkirinê xwedî li vîna xwe derkevin

 

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî desteserkirina Şaredariya Miksê daxuyaniyek nivîskî da û banga li dijî desteserkirinê xwedî li vîna xwe derkevin kir.

Daxuyaniya MYK’a DBP’ê wiha ye:

“Îro carek din li dijî vîna gelê Kurd bi destê qeyûman êrîşeke nû pêk hat.

Bi biryara daraza ku siyasî tevdigere, ji Hevşeradarê Miksê Ayvaz Hazir re cezayekî nehiqûqî hat birin.

Bi hinceta vê biryara siyasî, Şaredariya Miksê bi destê qeyûman hat xespkirin.

Em baş dizanin ku israra siyaseta qeyûman nîşaneya dijmintiya li dijî gelê Kurd e.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê israra xwe hewl dide gelê Kurd bê vîn bihêle û teslîm bigre.

Lê, çi dikin bila bikin wê gelê Kurd li hemberî siyaseta darbeyê çok netewîne.

Li dijî darbeya qeyûman em ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û di vê çarçoveyê de em bang li tevahî gelê xwe dikin ku xwedî li vîna xwe derbikevin.”

Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çigdem Killiçgun Ûcar û Keskîn Bayindir jî li ser hesabê xwe yên medya dijîtal bertek nîşanî desteserkirinê dan.