Rojnamevan Qehreman Şukrî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin, dema wî ya girtinê îro bi dawî dibe. Tê payîn Şukrî were berdan.
Di 27’ê Çileya 2021’an de hêzek çekdar ya ser bi PDK’ê, li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê bi ser mala Rojnamvan Qehreman Şukrî de girtin.
Çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê de tevlîhevkirin, hemberî malbata rojnamevan axaftinên nexweş jî kirin. Çekdaran Rojnamevan Qehreman Şukrî girtibûn. Ji wê rojê ve Şukrî di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.
Îro dawî li cezayê li rojnamevan Qehreman Şukrî hatî birîn tê û tê payîn Şukrî were berdan.