Desteserkirina îradey gel di rojeva cîhanê de ye

 

Desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê, li raya giştî ya navneteweyî de deng veda.

Ajansa Nûçeyan Reutersê, di nûçeya bi sernavê “Tirkiyê piştî pêşniyara aştiyê Şaredarên Kurd ji wezîfê girt in” got ku, desteserkirina îradeya gelê Kurd, piştî daxuyaniyên şefê MHP’ê Devlet Bahçelî hate kirin.

Reutersê got ku, hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî, di nav de siyasetmedarên Kurd beriya 8 salan, di heman demê de hatin girtin.

Associated Pressê jî, di nûçeya bi sernavê “Tirkiyê 3 şaredarên alîgirên Kurd ji kar hatin dûr kirin” got ku, li şûna 3 şaredaran rayedarên dewletê hatin tayîn kirin.

Ajansê got ku, şefê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, li hemberî muxalefetê polîtîkayeke tund bimeşîne.

Bûyerên diqewimin di mijara hewldaneke nû ya aştiyê de ku ji bo bidawîkirina şerê 40 salî, dibe sedema pirsan.

France24 jî bûyer bi sernavê “Tirkiyê 3 şaredarên Kurdan ji kar girt in.

Di nûçeyê de hate gotin u Tirkiye polîtîkaya qeyûm dewam dike û beriy aniha bi 6 mehan jî, li Colemêrgê îradeya gel hate desteserkirin.

France 24, bal kişand ser nerazîbûnên DEM Partî û CHP’ê ya li dijî qeyuman.
Al-Monitor jî bûyer bi sernavê “Di demekê de ku hewl tê dayin lihevkirin bi PKK’ê re çêbibe, 3 şaredarên Kurd yên li Tirkiyê ji kar hatin dûrxistin” ragihand.