Artêşa Tirk li aliyekî herêmê bombebaran dike, li aliyê din ve polîtîkaya dagirkirin û valakirinê didomîne.
Doh jî, dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke pêşmergeyan ya li Sergelê ya Dihokê ku li Çiyayê Metîna ye bombebaran kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di encama bombebaranê de, hin pêşmerge birîndar bûn.
Heman çavkaniyan got; Gundê Mezî yê navçeya Amêdiyê jî hat bombekirin û piştre gund hate valakirin.
Artêşa Tirk a dagirker, ji 3’yê Tîrmehê ve hewl dide li Girê Baharê bi cih bibe.
ji bo vê jî êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Bêsimte yê Garê jî bombebaran kir.