Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî çand û zimanê Kurdî hatin şermezarkirin

 

Nobeta Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li navçeya Stembol Beyoûlu, Qada Şîşhane, li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di roja 48mîn de dewam dike.

Çalekgeran, tîşortên li ser “Qeyûm bicihime” li xwe kirin û pankarta “Li ber xwe bide Colemêrg Stenbol bi te re ye” vekirin û dirûşmeyan dest bi çalekiyê kirin.

Di çalekiya doh de, nuner û rêveberên DEM Partî, Meclisa Jinan a Sosyalîstan (SKM), ESP, SYKP û gelek welatî cih girtin.

Do nêbeta doh de, Hevserokê DEM Partiya Beyoglûyê Mehmet Sadik Yilmaz axivî û got; Detshilatdariya faşîst, hewl dide, girêdana govendan jî qedexe bike. Ev helwesta qirêj dide xuya kirin ku desthilatdariya faşîst gelek tevgav bûye. Em ê li dijî van êîrşên qirêj têkoşîna xwe bilind bikin.

Piştî axaftinê, govend girêdan û dets bi dîlanê kirin

Girseya ku bi coşeke mezin govend girêda, bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe bi dawî kir.