Navenda ragihandin û çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk de daxuyanî da.
Li gorî wê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê
Gerîlayan li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 21 û 22’ê îlonê çalakî kirin.
Çalakî bi rêya çekên giran û nîv otomatîk pêkhat, 2 dagirker hatin cezakirin.
Gerîlayan ne hiştin, dijmin li qadê bicih bibe.
Li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî gerîlayan 22 û 23’ê îlonê çalakî li darxistin.
Çalakiya 22’ê îlonê bi çekên giran pêkhat, liv û tevgera dijmin sekinandin.
23’ê îlonê jî dest li helîkopterê werdan, helîkoptera skorksî derb xwar, neçar ma ji qadê bireve.
Li Herêma Metînayê;
Gerîlayan 23’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi şêwazê sekvaniyê çalakî kirin, dagirkerek hate cezakirin.
Li Herêma Xakurkê;
Gerîlayên YJA Starê 21’ê Îlonê li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran çalakî kirin.
Derbarê êrişên dewleta Tirk bi teqemeniyên Qedexe de, HPG wiha got:
Dewleta tirk 23’ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî bombekir.
Herwiha
21, 22 û 23’ê Îlonê li Herêma Qendîlê qada Girê Roj
Li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Lolan, Girê Mesken, Girê Berbizinê, Sinînê
Li Herêma Garê qadên Girê, Avtehlê, Çemrobotkî, Zengilê, Zêvkê, Girê Kun, Deşta Kafya, Dêreşê
Li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 25 caran bi balafiren şer
Di heman rojan de,
Li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf û Lolanê
Li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 19 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.