Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di 23 û 24’ê Tîrmehê de çalakî li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin.
HRE’yê der barê wan çalakiyan de bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:
“Çalakiyên hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê didomin.
23’yê Tîrmehê li xeta Marê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.
Dîsa di heman rojê de li xeta Şêrewa di çalakiyeke taybet a hêzên me de 4 çete birîndar bûn.
24’ê Tîrmehê li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek hat kuştin.”