10 girtiyên ji doza PKK’ê di sala 1996’an de bi destê hêzên dewletê li Girtîgeha Amedê Tîpe E hatin şehîd kirin,
Hate gotin ku di 24’ê Îlona 1996’an de, li Zindana Amedê, di roja hevdîtinê de di dema ku 33 girtî ji dîtina xizmên xwe vedigeriyan qawîşan, rastî êrîşa leşker, polîs û gardiyanan ya bi dar, şîş, zincîr û qalasan hatin.
Piştî êrîşê, girtî xistin qabîna hevdîtinê û deriyê qabînê girtin û li gor navên tespîtkirî, dest bikuştina girtiyan kirin.
Di encamê de Ridvan Bulut, Ahmet Çelik, Cemal Çam, Mehmet Aslan, Edip Dilenci, Nimet Çakmak, Hakki Tekin, Kadir Demir û Erkan Perişan, yek bi yek serê wan, bedena wan hate parçekirin û hatin şehîd kirin.
Di êrîşê de, 23 girtî jî bi giranî birîndar bûn.
Ji van jî 14 kes dest û lingên wan bi zincîran girêdan û birin bajarê Dîlokê.
Tevî vê sosret û êşkenceya giran jî, leşkeran ji ber ku destên wan êşiyan e giliyê girtiyan kirin, dozger jî, ji ber dar û qalasên dewletê yên di êrîşê de hatine bi kar anîn, zirar dîtine di derbarê girtiyan de doz vekir.
Doza li Girtîgeha Amedê, nêzî 28 salan dewam kir, 3 caran ji Dadgeha Bilind vegeriya, herî dawî 3mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê derbarê doza komkujiyê de biryar da û got, biryar di cih de ye.
Ajansa MLSA, ragihand ku leşker, polîs, gardiyan, bijîşk û midûrê girtîgehê jî di nav de, 89 bersûc hatin darizandin. Doz , 2 caran ji Dadgeha Bilind vegeriya. Piştî biryara xerakirinê, doz ji nû ve hate pêkanîn û 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di sala 2019’an de biryar da ku bersûc ji demboriyê sûdê bigirin û ew beraet kirin.
Parêzerên mexdûran jî, diyar kirin ku biryara dadgeha herêmî li dijî hiqûqê ye û dozê birin temyîzê.
Parêzerên bersûcan jî diyar kirin ku li şûna demborînê divê biryara beraetê bê dayîn û îtîrazî biryarê kirin.
1’mîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind piştî 4 salan, biryar da û got: Demboriya dadgeha herêmî rast dît û bi pirrdengiyê qabul kir.