Di hevsengiya Sûriyeyê de cihê dewleta Tirk êdî nîne

 

Rojnamevan Firat Dicle, di nivîsa xwe ya îro de, behsa êrîşên li dijîş Eleviyan li Suriye dike û dibêje;

“Nerazîbûna li hemberî komkujiya Elewiyan di asta navneteweyî de ye.

“Çeteyên ku êrîşî civaka Elewî kirin, bûne sedema ku carake din şerê mezhebî li Rojhilata Navîn bikevê rojevê.

Çeteyan bi behaneya endamên rejîma berê ne, êrîşî şêniyên Elewî yên Lazqiye û Tartûsê kirin.

Di van êrîşan re bi sedan jin, zarok, kal, ciwan hatin kuştin.

Rojnamevan Firat Dicle balê dikişîne, ser girêdana çeteyên ku ji sala 2011’an û heta îro gelek komkujî kirine û dibêje:

“Ev çete têkildarî dewleta Tirk in.

“Ji ber vê jî, di navbera desthilatdariya Colanî û dewleta Tirk de nakokî hene.

“Tirkiyê dixwaze van komkujiyan bike stuyê Colanî û wî ji desthilatdariyê daxîne, kesekî nêzî xwe bike desthilatdar.

“Sedema krîza navbera desthilatdariya Colanî û Tiriyê jî ew ku, çeteyên OSO tevlî desthilatdariya nû ya Şamê ne hatine kirine.

“Colanî bêhtir nêzîkî Erebîstana Siudî ye.

“Xala sêyemîn jî ew e ku çeteyên bi mejiyê DAIŞê êrîşî civaka Elewî kirine, çeteyên têkildarî dewleta Tirk in.

“Nerazîbûna li hemberî komkujiya Elewiyan di asta navneteweyî de ye.

“Eger mijar bikeve rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, hingî wê Tirkiyê hesab bibe.

“Dewleta Tirk û çeteyên wê, wê ji Sûriyeyê werin derxistin. ”