Di konsera li Parîsê de banga hevgirtinê

 

Li Parîsê bi têgihiştina “Têkoşîna enternasyonal a li dijî Komploya Navneteweyî” konserek bi navê “piştgiriya bi Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd re” hate pêkanîn.

Konser bi pêşengiya sazî û dezgehên Kurd û dostên wan hate organîzekirin.

Hevserokên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa -CDK-F, Bêrîvan Firat û Baran Kara daxuyaniya hevpar xwendin û beşdar silav kirin.

Hevserokan got ku azadiya Rêber Apo wezîfeya ewil û bingehîn a bindestan e. Azadiya wî azadiya me ye. Ji bo vê jî ez bang li bindestan û hemû beşên ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve tên çewisadnin dikim ku ji bo azadiya Rêber apo têkoşînê bikin.

Pişître Parêzerê Rêber APO Ocalan Omer Guneş axivî û got,

Nêzî 4 sal in bi ti awayî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo ligel malbat û parêzerên xwe hevdîtinê bike. Tecrîda li Îmraliyê êşkence ye û sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Saziyên Ewropa, yên pêwendîdar li pêşberî vê êşkenceyê bêdeng in. Ji bo ku sazî erka xwe bi cih bînin, pêwistî dîplomasiya gel heye. .

Piştî axaftinan hûnermend derketin ser dikê û stran gotin