Dijminê navxweyî û dostê celadên gelê Kurd: Barzanî

Xiyanet û hevkariya PDK’ê ya ji bo artêşa Tirk a dagirker di dagirkirin û tunekirina xak û gelê Kurdistanê de, berdewame. Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, li Hewlêrê serokê HUDA-PAR ya ku di salên 90’î de bi kiryarên terorî raste rast zêdetirî 17 hezar Kurdên li Bakurê Kurdistanê qetilkirî, bi germî pêşwazî kir.

Berya çend rojan Serokê Giştî yê Hîzbullah-HÛDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu serdana Mesîf Selahedîn (Pîrmam) ya ser bi Hewlêrê kir û ji aliyê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Hîzbûllaha ku di salên 1990’î de di korîdorên tarî yên dewleta kûr de wek kujer dixebitî, niha di bin navê HUDA-PAR’ê de bûye aliyek vekirî yê rûyê xuya yê dewletê. Hîzbûllaha ku tometbarê qetlîam û kuştinan di bin navê HUDA-PAR’ê de bi desthilata AKP’ê re gav bi gav rewa bû.

HUDA-PAR li gel tevlîbûna Tifaqa Komarê ku qetlîamên herî mezin ên dîrokê bi ser gelê Kurd de aniyî, bi girêya beraz, kuştin, îşkence, malên goran hebûna xwe di nava bîranînan de diparêze.

Damezrênerê rêxistina Hîzbullah a li Bakurê Kurdistanê Huseyîn Velîoglu, di 1’ê Çileya sala 1952’yan de li navçeya Kercews a Batmanê ji dayîkbûye. Di sala 1970’yan de Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê qedandiye.

Rêxistin di salên 1979-1980’yan de di encama civînên ku li pirtûkxaneya Vahdet a li Amedê de bingehê xwe danî. Civînên ku li pirtûkxaneya Vahdet ku ya Ebdulvehab Ekîncî bû, ji aliyê Fîdan Gungor û Huseyîn Velîoglu ve dihatin li darxistin. Di sala 1981’an de Fîdan Gungor pirtûkxaneya Menzîl ava kir û di sala 1982’an de jî Huseyîn Velîoglu pirtûkxaneya Îlîm ava kir. Rêxistina ku di sala 1979’an de bingehê xwe daniyî, heta salên 1987’an bi kombûna di van pirtûkxaneyan de çalakiyên xwe bi rêvebirin.

Piştî ku Huseyîn Velîoglu di sala 1987’an de pirtûkxaneya Îlîm derbazî Batmanê kir, ji ber fikirên cuda yên li ser rêveberî û çalakiyên mîlîtanan de, rêxistin li du aliyan cuda bû. Aliyê Îlîm yê ku dibin rêveberiya Velîoglu de bû, digotin ku divê demil dest, dest bi çalakiyên bi çek bikin. Nakokiyên navbera her du aliyan de bi pevçûnên bi xwîn encam bûn.

Di 12’ê Tîrmeha sala 1998’an de agahiya kuştina Velîoglu belav bû. Lê derket holê ku Velîoglu di wan salan de li Başûrê Kurdistanê perwerdeya leşkerî û siyasî didît.

Perwerdeya kujer Velîoglu ya ku li Başûrê Kurdistanê dîtî, girêdanbûna navbera HUDA-PAR û PDK’ê de li ser çi bingehê hatiye avakirin, ronî dike.

Tevî wê jî, Huseyîn Velîoglu di 17’ê Çileya sala 2000’an de li Beykozê di operasyona ser koşkekê hatî kirin de, ji aliyê dewleta ku segvantiyê jê re dikir ve hate kuştin.

Yên ku ne li gorî rêgezan tevgeriyan hatin kuştin

Hîzbullah a ku di salên 1990’an de ji aliyê kadroyên ku di nava Yekitiya Xwendevanên Netewî yên Kurd, Êrişkar (Akinci) û Nurcuyên Tirk de mezinbûyîn ve hatî avakirin, di salên 1990’an de li dijî rewşenbîrên Kurd, kesayetên siyasî, rojnamevan û welatparêzan qetlîamên bi xwîn pêkanîn. Ji salên 1980’an û pê ve, kadroyên Hîzbullahê ketin nava medreseyên Kurdan de û li bajarên weke Mêrdîn, Batman, Amed û Bîngolê di gelek medreseyan de çalak bûn. Medreseyên Kurd ên ku qalîteya perwerdehiya wan di cîhana Îslamê de dihat qebûlkirin, cara ewil bû navenda perwerdehiya ji rê derketinê.

Piştî demekê yên ku cîhada bi çek di hilbijartin, di bin rêveberiya Huseyîn Velîoglu de Gruba Îlîm, yên ku cîhadê red dikirin jî dibin rêveberiya Fîdan Gungor de Gruba Menzîl’ê avakirin. Rêvebera Gruba Menzîl a ku di nava demek kurt de hatî tesfiyekirin, Fîdan Gungor di 11’ê Îlona sala 1994’an de hate revandin û carek din kesê agahî jê negirt. Hîzbullah a ku bi hêz bûyî, li dijî kesên gorî rêgezên wan tevnedigeriyan êrişên bi sator, asît û çekan destpê kir.

HUDA-PAR a roja me, wek berdewamiya Gruba Îlîm’ê li ser armancên dewleta kûr a Tirkiyeyê tevgera xwe berdewam dike. Hîzbullah bi navê HUDA-PAR’ê bi alîkariya dewletê bi awayekî rewa tê xistina nava civakê.

Qetlîam û kuştinên ser hev: Ne tên darizandin û ne tên girtin

Hîzbullah kuştinên ku bi tasfiyekirina kesên li gorî rêgezên wan tevnedigeriyan destpêkirî, bi awayekî ser hev berdewam kir. Ev êriş di nava civakê de bûn sedema şkestinek mezin û heman demê de rê li ber tirsê vekir. Di heman pêvajoyê de li dijî gelê Kurd yê welatparêz ku piştgiriya Tevgera Azadiy Kurdistanê dikir, şerek bi xwîn da destpêkirin.

Li navenda bajêr bi li serî dayîna fîşekekê kuştina mirovan, êrişên bi satorê û kuştinên faîlî meçhul, Bakurê Kurdistanê xist nava girêyek kor û tund de. Di vê pêvajoyê de bi piştgiriya ku dewletê ji bo tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku bi hêz diket, dida Hîzbullahê diyar bû. Faîlên kuştinan nedihatin girtin, buyerên faîlî meçhul nedihatin ronîkirin. Di nîva salên 90’î de qasî ku hejmara wan tam nayê zanîn jî lê bi hezaran rojnamevan, rewşenbîr û welatparêzên bê guneh, bi faîlî meçhulan hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan di navbera salên 1990-1999’an de 17 hezar kuştinên faîlî meçhul hatin kirin. Piraniya kuştinan li Batman, Mêrdîn û Amedê ji aliyê Hîzbullah ve hatin pêkanîn.

Rêxistina Hîzbullah a ku di salên 1980’an de li Bakurê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatî pêşxistin, ji aliyê gelê Kurd ve weke Hîzbul-Kontra dihate naskirin. Bi dehan car hate îtîrafkirin ku ji aliyê dewletê ve tê piştgirî kirin û weke Hîzbul-Wehşet jî hate navkirin. Navenda Hîzbullahê Batman bû. Kovara ‘Berbi 2000’ê ve’ ya Dogu Perînçekê ku niha li pişt Erdogane, bibû hedefa Hîzbulahiyan.

Rojnamevan Halît Gûngen di Kovara ‘Berbi 2000’ê ve’ de nivîsek weşand û diyar kir ku di sala 1992’an de Hîzbullahî li Navenda Hêzên Taybet ên Amedê ve hatine perwerdekirin, cara destpêkê navê rêveberê rêxistinê; Huseyîn Velîoglu hate nivîsîn. Halît Gûngen’ê 21 salî piştî vê nuçeyê du rojan li Buroya Kovarê ya Amedê hate kuştin.

Nûçegîhanê Rojnameya Yenî Ulke Cengîz Altûn di 24’ê Sibata 1992’an de ji ber ku gelek dosyayên li ser Hîzbullahê weşandibû û gotina kontra bi kar anîbû, hatibû qetilkirin.

Lêkolîner û Rojnameger Hafiz Akdemîr ê ku dosyeya derbarê ‘Partiya Kontra’ (Hîzbullah) de dişopand, di 8’ê Hezîrana heman salê de li Amedê ji aliyê heman komê ve hat qetilkirin.

Di 20’ê Mijdara 1992’an de Edîtorê Kovara Gerçekê Namik Tiranci dema diçû buroya kovara xwe ji aliyê heman komê ve hat qetilkirin. Sedema kuştina wî jî, belavkirina dosyeya sûcên komê û têkiliyên wan ên bi dewleta Tirk a dagirker re, bû.

Damezrênerê JÎTEM’ê Ergenekonîst Arif Dogan di derbarê avabûna Hîzbullah de li xwe mikûr tê û wiha dibêje: “Min JÎTEM’ê ava kir, ma min şaşitî kir, Hîzbull-Kontrayê jî min ava kir. Teşkîlata ku Huseyîn Velîoglu damezrandî, min da damezrandin.”

Parlamenterê Nevşehîrê û Serokê Komîsyona Lêkolînên Susurluk a TBMM Mehmed Elkatmiş li ser rastiya Hîzbull-Kontrayê wiha gotibû: “Hîzbullah rêxistineke ku dewletê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dayî damezrandin, tîmarkirî û mezinkiriye. Ji xwe polîtîkayek ya dewleta kûr heye.”

Wezîrê Karê Hindir yê wê demê Îsmet Sezgîn diyarkiribû ku Hîzbullah li dijî PKK’ê hatibû rêxistinkirin.

Xwestin Hîzbull-Kontra li Başûr bi cih bikin

Ruyê rewa yê Hîzbull-Kontrayê HUDA-PAR û gruba sermayeyê HAKSÎAD, bi piştgiriya MÎT û pêşengtiya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê di astek bilind de hate pêşwazîkirin, navenda wê ya fermî hate vekirin û hemû derfet ji bo wan hate pêşkêşkirin.

Şebekeya kuştinê û darê pratîk yê dewleta Tirk, ji aliyê PDK’ê ve bi fermî ji bo Hewlêrê hate vexwendin. Navenda fermî jê re hate vekirin. Di asta şandeyan de hevdîtinên lihevkirinên ekonomîk û civînên girtî hatin kirin. Her wiha ne tenê PDK’ê, aktorên siyasî yên din jî destê xwe dabûn vê destê qirêj.

Weke tê zanîn Mesûd Barzanî di hemû serdanên xwe yên ji bo Enqereyê de, li gel serokên giştî yên HUDA-PAR’ê li navenda MÎT’ê hevdîtinên rutîn dikir. Ne veşartî ye ku kompanyayên ku di nav wan de xizmên yek ji damezrînerên Hizbul-Kontrayê Hûseyîn Velîoglu şirîkên wan in û bi dehan endamên Hizbulkontra yên ku li Tirkiyê digerin, li herêma PDK û di bin kontrola Parastinê de xebatên bazirganî û siyasî dimeşînin. PDK li aliyekê bi baregehên ku ji Tirkiyeyê re vekirî, dagirkeriya raste rast ya dewleta Tirk a ser Başûr rewa dike, li aliyê din ji bo yek ji sazûmanên şerê taybet ê dewleta Tirk Hizbul-Kontrayê re jî cih vedike.

AKP ya ku ji beriya salên 2011’yan piştgiriya Hîzbullah girtî, ji sala 2011’yan şûn ve yek bi yek dest bi berdana kujeran kir. Di hilbijartinên 31’ê Adara sala 2019’yan ku ji bo AKP’ê giringiyek metirsîdar heyî de, Hîzbullah yan jî bi navê wê yê niha HUDA-PAR piştgiriya AKP’ê kir. AKP’ê jî wek xelatekê ji sala 2019’yan heta sala 2022’yan bi sedan segvanên Hîzbullah serbest berdan.

Erdogan di 3‘ê Gulana 2023‘yan de Serokên berê yê HUDA PAR‘ê Mihemed Aksoy ê ku destên wî bi xwîna gelek kesên bêguneh sor bûye, wek berdêla desteka wî ya ji bo AKP‘ê serbest berda.

Hîzbullah a ku piştre bû HUDA PAR, di nava raya giştî de weke keda dewleta Tirk a dagirker tê dîtin û beşek ji odeya şerê taybet e ku dewletê li dijî Kurdên azadîxwaz ên Bakurê Kurdistanê ava kiriye.

Piştî evqas rastî û zelaliyê, hevkarî û pêşwaziya Mesûd Barzanî ya ji dagirker û celadên gelê Kurd re vê pirsê tîne bîra mirov; Çima tevî kuştina 17 hezar Kurdên bêguneh ji aliyê HUDA PAR û dewleta kûr ve, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî dîsa jî xalîçeya sor ji wan re vedike û li Hewlêrê li mala xwe bi germî pêşwaziya wan dike?