Piştgirî dayîna dewleta Tirk, hevalbendî, bawer nebûna bi doza Kurd, qetilkirin, alozî çêkirin û dijî derketina tevgera azadîxwaza gelê Kurd, hinek ji wan sûc û tawanên herî diyar yên PDK’ê ne ku li Bakurê Kurdistanê kir
Weke parçeyên din yên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî PDK xwediyê dîrokek xiyanetkarî û xencer li piştdanê ye. PDK li Bakurê Kurdistanê her rejima faşîst a Tirk hatibe ser desthilatdariyê piştgirî û hevkariya wê kiriye. Li gel desthilata Tirk her tim li dijî Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurd tevgeriyaye. Rejimên Tirk yên ku di çavê wan de her tim hemû Kurd wek terorîst tên dîtin, lê PDK’ê hertim hevkariya wan kirine.
Di sala 1971’an de bi fermana Mela Mistefa Barzanî çekdarên PDK’ê her yek ji Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye Seîd Yalçî û hevalên wî Mihemed Bêgî, Dixtor Şivan, Heko û Birûsk hatin qetilkirin û dosyaya wan girtin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di pirtûka ‘Dîrokek ji Agir’ de dibêje: “Dema ku PKK hatî damezrandin li Tirkiyeyê çend grûbên Kurd hebûn. Lê fikra wan netewperestî bû. Me dixwast hemû tevgerên çep û şoreşger di bin yek sêwanê de kom bikin û wisa bibin hêzek xurt. Lê ev grûb li dijî me tevdigeriyan û ji me re digotin hûn ne Kurdin. Ji nava wan de jî PDK-Tirkiye hebû.”
Bayik di dewamê de dibêje, dema ew ji Enqereyê vegeriyan Bakur destpêkê bi awayê kom bi kom derbasî Bakurê Kurdistanê dibûn. Bayik dibêje: “Di wê demê de Sekreterê PDK-Bakur yê bi navê Sîrac Bîlgîn ji me re got: Nabe hûn werin Kurdistanê, ger hûn werin, emê lingên we bişkînin.”
PDK ji dawiya sala 1970’yan ta darbeya leşkerî ya faşîst ya 12’yê Îlonê bi hevkariya rejima Tirk çend grûbên tasfiyekar li dijî PKK’ê ava dike. Ji van jî Partiya Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê ku destê wan di qetilkirin û girtina gelek kadroyên PKK’ê de hebû û alîkariya rejima Tirk dikirin.
Cemîl Bayîk di pirtûka ‘Dîrokek ji Agir’ de behsa kiryarên Rizgarîxwazên Netewî yên Kurdistanê (KUK) dike û dibêje: “Êrişê me dikirin û gelek hevalên me şehîd xistin. Dema me xwest li Kurdistanê dest bi kar û xebatê bikin hinek hêz û grûbên çepgir û Kurd hevkariya KUK’ê kirin û hemûyan êrişê me kirin û di nava xwe de li dijî me eniyek ava kirin. Li dijî me çek hilgirtin. Heta wê demê me polîsek, leşkerek yan jî sîxûrek nekuştibû. Lê wan bi dehan hevalên me şehîd xistin. Di wan salan de dewleta Tirk bi qasî van grûban hevalên me şehîd nexistin.”
Di sala 1977’an de MÎT’ê komek sîxûrî yên Kurd bi navê Stêrka Sor ava kir. Endamên vê koma sîxûriyê destpêkê endamê PDK-Tirkiye bûn. Vê komê di 18’yê Gulana 1977’an de li bajarê Dîlokê yek ji damezrênerên PKK’ê Hakkî Karer li gel çend endamek din yên PKK’ê şehîd xistin.
Heta roja me ya îro jî PDK li Bakurê Kurdistanê destê xwe xistiye nava destê desthilata Tirk li dijî tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd a dibin pêşengtiya PKK’ê de têdikoşe.
Di 16’yê Mijdara 2013’an de ji bo piştgirîdayîna AKP’ê û Erdogan a di hilbijartinan de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû Amedê. Ev jî di demek de bû ku ew hilbijartina yek ji bûyerên herî giring bû ji bo çarenûsa gelê Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê. Di heman demê de ji Başûrê Kurdistanê nûnerên YNK’ê û piraniya partiyên din yên Başûr ji bo piştgiriya HDP’ê çûn Bakurê Kurdistanê. Lê Barzanî antî-propagandaya HDP’ê û gelê Kurd ji Erdogan re dikir.
PDK’ê tu demî bi fermî îtiraf bi doza rewa ya gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê nekiriye. PDK’ê her tim dewleta Tirk di çewisandina gelê Kurd de mafdar dîtiye. Herwiha raste rast hevkariya piraniya êrişên dagirkeriya dewleta Tirk kiriye.
Her wiha PDK’ê li gel dewleta Tirk rolek sereke leyîst ji bo PKK were xistina nav lîsteya terorê. Ji bo vê yekê gelek antî-propaganda û tometên nerast li dijî PKK’ê kir. Herî dawî Mesûd Barzanî yek ji wan kesan bû ku di 17’yê Îlona 1998’an de li Washintonê lihevkirinek îmze kir dakû PKK were xistina nav lîsteya terorê. Her li wê derê biryara şerê li dijî PKK’ê ragihand.