Dîrok ji me re dibêje ku PDK’ê timî li eniya xiyanetê bû. Bi ti awayî hêzek azadîxwaz a Kurd nemaye ku li dijî şer nekirîbe û ti dijminek Kurd jî nemaye ku li gel de hevpeyman nekirîbe. Ev yek xwe di xelekên qetilkirina şoreşgerên Kurd de û dijberîkirina şoreş û hevsengiya li gel dijmin a li Rojhilatê Kurdistanê de tê dîtin.
Dema ku rûpelên dîrokê vedikîn, tê dîtin ku li her çar parçeyên Kurdistanê hertim du xet an jî ferasetên cuda pêl bi pêl diçe pêş. Xetek neteweyî û welatpatêziye ku ji bo azadî û doza rewa ya gelê Kurd di nava têkoşînê de ye û ji bo berdêlên giran dane, li beramber de jî xeta xiyanetê û destên dijmin û dagirkeran in ku timî li gel kêleka dijmin cih digire, pişt daye gelê xwe û li dijî xeta neteweyî di çeperan de ye.
Di dîrokê de timî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li har çar parçeyên Kurdistanê di nava xiyanetê de ye û ti hêzek azadîxwaz û şoreşger a Kurd nemaye ku li dijî şer nekirîbe. Di heman demê de ti rejîm û dewletek dagirker, dijminekî Kurd jî nemaye ku li gel hevpeyman nekirîbe. Em ê di vê dosyayê de xiyaneta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Rojhilatê Kurdistanê kirî vebêjîn.
Li ser hîmê ‘Dijminê dijminê me doste’ Şahê Îranê bi her awayî alîkariya madî û leşkerî li dijî Iraqê di tevgera Îlonê de pêşkêşî Mele Mistefa Barzanî kir. Endamê Sawak (Îstixbarat) Îsa Pejman ku berpirsê peywendiyên di navbera Mele Mistefa Barzanî û Şahê Îranê bû, di pirtûka bi navê ‘Reşebaya rûdawan’ de dibêje, “Bi fermana Şah çûm li gel Mela Mistefa Barzanî û min jêre got, ‘Em amadene alîkariya Kurdan bikin’ bi hezaran çek me birin û milyonek gule û nêzî 300 hezar tîmenê wê demê me bir, li dijî Iraqê. Mela Mistefa di bersivê de got, ‘ez alîkariya we bikim wê ti qezenca min hebe? Bi vê yekê ku ew ti tiştekê ji dest nade, me bi vê alîkariyê razî kir, me ew pere jî xiste bankekî taybet a Mela Mistefa ya li Swîsre. Ji derveyî vî pereyî, her bi fermana Şah hesabek bankê yê taybet ji bo Barzanî hate vekirin û pere xistê.”
Herwiha Pejiman di pirtûka de wiha tîne ziman: “Bi qasî ku min Barzanî nas kiriye, ne bawerî bi xwe û ne jî bawerî bi derdora xwe û ne jî doza Kurd hebû. Tişta ku li gel girîng bû, sûd, qazanc û aborî bû.”
Piştî îmzekirina peymana Cezayîrê ya 6’ê Adara ya sala 1975’an û peymana Şahê Îranê Mihemed Raza Pehlewî ya li gel Sedam Hisên ku wê demê cîgirê Serokkomarê Iraqê bû, şahê Îranê, dest ji Mela Mistefa di berde û alîkariya jêre dirawestîne. Mistefa Barzanî piştî 14 rojan ‘Aşbetaliyê’ dike û dawî li tevgara Îlonê tîne.
Li gorî gotina biraziyê Mela Mistefa Barzanî, Eyûb Barzanî û Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ku bi xwe şahidek bû, piştî peymana Cezayîrê, wê demê Mela Mistefa di civînekê de ji Şahê Îranê re gotiye; “Em miletê tene, madem qezenca Iraqê di vê peymanê de heye ku dayika me ye jî, me tiştek li ser nîne. Em li jêr fermana te dene û bêje bimirin, dimirîn.”
Herwiha di pirtûka ‘Xiyanetekanî Qiyade Miweqete, bi neteweya Kurd’ ku ji aliyê Abdullah Hesen û Dr. Qasimlo ve hatiye nivîsandin, wiha qala wê qonaxê dikin: “Serokatiya Barzanî li şûna alîkariya xelkê Kurdistanê bike, li vir alîkariya dewleta kevneperest û nokerê emperyalîza Mihemed Reza Şah dikir. Berê xwe da dijminê Kurd û pişta xwe da komelên xelkê Kurdistanê. Di rastiyê de berê bingehîn ê aşbetaliyê di sala 1975’an de Barzanî di vir de daniye.”
Têkildarî peywendiyên PDK û Şahê Îranê de, şertê herî bingehîn ê alîkariya rejîma Mihemed Reza Şah ya ji bo Barzanî û tevgera wî ew bu ku rê nede ti tevger û rêxistin li dijî rejîma Şahê Îranê serî rake û derkeve.
Herwiha li gorî agahiyên vê pirtûkê, piştî vê lihevkirinê, çekdarên PDK’ê bi fermana Şahê Îranê êrişî baregehên Hizba Demokratîk ên li sînor kir û dorpêç kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê mil bi milê leşker û nokerên rejîmê ketin li pey pêşmergehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, herwiha bi ferman Mela Mistefa Barzanî xelekên qetilkirina li dijî rêveber û şoreşgerên diyar ên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir.
Xeleka qetilkirina şoreşgerên Kurd ên bi fermana Barzanî
Li gorî pirtûka ‘Xiyanetekanî Qiyade Miweqete, bi neteweya Kurd’ qetilkirina herî berçav a ji aliyê çekdarên PDK’ê ve, ya bi fermana Mele Mistefa Barzanî li dijî pêşengên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê hatî kirin, ji bo razîkirina şahê Îranê bûn.
-Di sala 1967’an de Birayme Surî Mihemed Delaweyî yê xelkê herêma Xanê yê ji gundê Alan li gel hejmarek pêşmergeyên Hizba Demokrat hatin şehîdkirin û cenazeyên wan dan îstixbareta rejîma Îranê.
-Di dawiya heman salê de, Mela Rehîmê Wertî, nasnav Mîrza Ehmed ê endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve tê girtin û dixwaze bi zindî radest bike, ew jî nerazîbûnek zêde nîşan dide û her li wir bi zindî gulebaran dikin.
-Di dawiya heman mehê de, Siware Sekirî, Eskender Elî, Mihemed Muimînî, Hebîb Ebûbekir, Cefer Ebubekir, Munteqimî Qazî û li gel dehan pêşmergeyên din piştî girtinê dan Îranê.
– Di meha Adara 1968’an de herdu rêveberên şoreşger Silêman Muinî û Xelîl Şewbaş li nêzî bajarê Silêmaniyê bi fermana Mele Mistefa Barzanî ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin şehîd kirin û cenazeyên wan dan Îranê.
-Dilşan Resul û Mela Aware ku du pêşengên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bûn bi fermana Mela Mistefa Barzanî hatin şehîd kirin û cezaneyên wan dan rejîma Îranê.
-Salih Lacanî û 7 pêşmergeyên din ku piştî şehîdkirina Mela Awara hatibûn li gel Mela Mistefa, ewane jî hatin girtin û radestî Îranê kirin, piştre hatin gulebarankirin.
Di sala 1979’an de piştî rûxîna Şah Pehlewî û hatina ser text a Komariyan ya bi rêveberiya Xumeynî, neviyên Mela Mistefa Barzanî ku wê demê ji Qiyade Miweqeteyan pêk dihat, li dijî Şah piştgiriya hatina ser text a Xumeynî dikin. Mesûd Barzanî di heman salê de diçe Parisê û hevdîtinekê li gel Xumeynî dike. Di hevdîtinê de soza piştgirî û hevkariya PDK’ê ya ji bo rejîma wî ya li dijî Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dubare dike.
Di pirtûka ‘Xiyanetekanî Qiyade Miweqete, bi neteweya Kurd’ wiha tê gotin: “Çekdarên Qiyade Miweqete her dema xwe lewaz didîtin dikevin lawakirinê ku bêyî destûra Hizba Demokrat tevger nakin. Lê, di sala 1979’an de dema ku rejîma Xumeynî banga cîhadê li dijî xelkê Kurdistana Îranê kir û rêveberiya Qiyadeya Miweqete û çekdarên derdora Barzanî wiha fam kirin ku Hizba Demokrat lewaz bûye, demildest li herêma Merîwan mil bi milê pasdarên Îranê li dijî pêşmergeyên hizma me çûn.”
Di vê pirtûkê de, qala gulebara pêşmergeyên miweqete ya di dema xwepêşandanê de tê kirin û wiha tê gotin: “Li Şino gule li xwepêşandana xelkê kir û 6 kes kirin qurbanî. Li herêma Urmiyê, bi piştgiriya Îdris Barzanî nêzî hezar mal koçber kirin. Her li ser pêşniyara Îdris çend sed kes ji vê herêmê bûn ceşên fermî yên rejîma Xumeynî.”
Herwiha di wê serdemê de Sekreterê Hizba Demokratîk Mistefa Hicrî hevpeyvînek taybet li gel ajansa Emerîka AP’ê (Associated Press) dike û têkildarî kurên Mela Mistefa û PDK’ê de dibêje: “Derdora Barzanî bi rêveberiya Îdrîs Barzanî û Mesûd bûne dardestê rejîma Xumeynî. Li hemû şerên li dijî azadîxwazên Îranê li Kurdistanê tevlî dibin.”
Li vir derdikeve holê ku PDK’ê ji bo mayîna xwe ji berî aşbetaliyê û piştî aşbetaliyê, fermanên îstixbareta Îranê (Sawak) bû û di qetilkirina pêşmergeyên Hizba Demokrat a Îranê de ku li ser daxwawza Sawak’ê bû destê xwe neparastiye. Dema ku rejîma şah dirûxe, peywendiyên wê li gel Xumeynî çêdibin û ji bo qayimkirina desthilata Xumeynî xwîna dehan pêşmerge û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dirijîne. Di wê rewşê de dixwaze sûd ji rûxîna rejîma şah bigire û ji bo xwe hinek derfet bi dest bixe.