Dr. Beppe Savary: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên sedsalî çareser bike

 

Yek ji piştevanên pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ Parlamenterê Kantona Ticino ya Swîsre Dr. Beppe Savary, li ser tecrîda li Îmraliyê ji ANFê re axivî.

Dr. Beppe Savary got;

Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan, li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Tecrî tenê li ser kesekî nîne, êrîşek li hemberî mafên bingehîn yên mirovahiyê ye.

Rejîma Erdogan zane ku Abdullah Ocalan dema azad bû wê bi rola siyasî û aştiyane rabe.

Ji ber tirsa ji Ocalan, di tecrîdê de israr dike.

Ocalan di nava tecrîdê de jî, bi nivîs û pirtûkên xwe tevkariyê li têkoşîna gelê Kurd dike.

Nivîsên Ocalan yên li girtîgehê şoreşgerê Îtalyayî Antonio Gramsci tîne bîra min û bandoreke mezin li min dike.

Dr. Beppe Savary got çawa Nelson Mandela li hember rejîma faşîst ya Apatheid biser ket Ocalan jî wê li dijî sîstema faşîst ya Erdogan serketinê bi dest bixe.

Pirsgirêka Kurd, zêdeyî 100 sal in dewam dike, lê bi saya Ocalan ketiye rojeva cîhanê.

Divê em zanibin ku weke Mendêla divê Ocalan jî azad bibe da ku pirsgirêkê çarser bibe.

Cihan jî dizane ku konfederalîzma demokratîk ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê û tevahiya Rojhilata Navîn yekane riya çareserîyê ye.

Beriya her tiştî divê Tirkiye dest ji bombekirina gelê Kurd û sûcê şer berde.

Hingî PKKe jî wê gavan biavêje û nîqaşên ciddî dest pê bikin.

Divê Swîsre û civaka navneteweyî bi berpirsyariyên xwe rabe.

Bi taybetî Siwsre dikare bi şandeyekê pêşengiya vî karê xêrê bike.

Dr. Beppe Savary derabrê kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan d ejî got;

Ev kampanya zextê li hikumetên Ewropayê û hikumeta Tirk dike.

Ev zext jî dikarin encamên şênber bi xwe re bîne.

Şertê bingehîn yê çareseriya pirsgirêka Kurd jî azadiya Ocalan e.

Ji ber vê jî divê em kampanyayê li her qadê hîn mezin bikin.