Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî televizyona Medya Haber bû, berxwedana dîrokî ya Îmraliyê ya Rêber Apo silav kir û got; Sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê dewam dike.
Bêguman, li dijî vê yekê berxwedaneke mezin heye.
Pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî, 11 meh li pey xwe hiştin.
Li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, li çar aliyên cîhanê jin, ciwan, gelê me, dostên me çalakiyên girseyî pêktînin.
Hewl didin şêweyên çalakiyên nû jî peyda bikin.
Hewldan û têkoşîneke mezin heye û li nava 11 mehan de giha asteke mezin.
Hem sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê teşhîr kir, hem jî kiryarên bêhiqûqî yên Îmraliyê û rastiya Rêber Apo, parêznameyên Rêber Apo, li tevahiya cîhanê belav kirin.
Li her qadê jin, ciwan, karker, kedkar, gelên bindest, hemû beşên bindest ji bo karibin xwe ji sîstema modernîteya kapîtalîst, mêtingeriya netewe dewletê rizgar bikin, paradîgmaya Rêber Apo, esas girtin.
Bi vî rengî tevgera demokrasî û azadiyê gav bi gav ji sîstema modernîteya kapîtalîst wêdetir li ser bingeha alternatîfa wê bi pêşdikeve.
Ev jî gelekî gîrîng e. Hate fehm kirin ku Rêber Apo yekane kese ku çareseriya demokratîk pêkbîne.
Kalkan daznîn ku, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta navneteweyî de pêngaveke çalakiyan heye, lê di navenda vê berxwedanê de bêguman Îmrali heye.
Berxwedana demokrasî û azadiyê ya herî mezin û bi wate ya dîrokê li Îmraliyê ye.
Rêber Apo vê yekê dimeşîne. 25 sal û 6 meh in bi vî rengî ye.
Ji bo vê jî divê em pêngava xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibin û mezin bikin, belav bikin û serketinê misoger bikin.
Ses oynatıcı