Duran Kalkan got “divê em li dijî tecrîdê bi xurtî têkoşinê bikin

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, ji televizyona Medya Haber re axivî û got; Eger têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê bê mezinkirin wê encam bê bidestxistin.

Ji bo vê jî mîtînga Amedê ya 13’ê Cotmehê giring e, divê her kes bi ruhê seferberiyê tevlî mitinge bibe û daxwaza azadiya Rêber Apo bike.

Klakan got ku, Rêber Apo 25 sal, 7 meh û 15 roj in, di nava sîstema tecrîd û qirkirine de tê girtin.

Li hemberî vê têkoşînê jî dewam dike.

Bi taybetî di sala dawî de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngavek ji aliyê tevahiya mirovahiyê ve tê meşandin.

Gelê me, jin, ciwan hêzên demokratîk, şoreşger, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, alîgirên demokrasî û azadiyê di vê pêngavê de cih digirin û çalekiyan dikin. Ev asteke girîng e.

Di nava du-sê hefteyên derbasbûyî de, bûyera girîng biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bû.

Rêveberiya me helwesta tevgera me eşkere kir.

Gelê me, dostên me di 21’ê Îlonê de li Frankfûrtê helwesta xwe nîşan da.

Bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re îradeyek nîşan da.

Nameya 69 Xelagirên Nobelê, Înîsiyatîfên cuda yên ji bo azadiya Rêber Apo li Tirkiyê, Înîsiyatîfa Ereb teva helwest nîşan dan.

Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropa biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, piştî 10 salan xiste rojeva xwe.

Lê saleke din dem dan Tirkiyê û daxwaz kirin ku ji bo ‘mafê hêviyê’ çareseriyê peyda bike.

Divê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa ji aliyê hiqûqî ve neyê nirxandin.

Ew saziyeke hiqûqî nîne. Ji aliyê hiqûqî ve biryarê nadin.

Biryara siyasî didin, saziya siyasetê ne.

Her gava siyasî ku tê avêtin, di çaçroveya planekî de ye, ji sala 2014’an û heta îro, ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd, dibin navê ‘Plana têkbirinê’ de haraket dikin.

Ew li benda îmha û tasfiyekirina PKK’ê bûn.

Lê têkoşîna azadiyê her çû behtir bi hêz bû.

Xwestin gel û Rêbertî û Tevgera Azadiyê ji hev qut bikin, çênebû, sernketin.

Konseya Ewropa ji bo vê siyasetê 10 salan rawestiya,

Êdî eşkere bûye ku Tevgera Azadiyê û gelê Kurd, bi taybetî ciwanên Kurd, siyastemedarên Kurd, rewşenbîr û her beşên civakê û dînamîkên demokrasî têkoşîmê mezin bikin ew ê neçar bimînin û mecbur bibin ku gavan biavêjin.