Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku ew ê li hember sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bê deng nemînin û got “Em ji bo Rêbertî şehîdan bidin jî em ne poşman in.”

Şêniyên bajarê Tirbespiyê der barê sîstema îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn
Hesen Arif bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kir û got:” Komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û dîlgirtina wî bi destê dewleta Tirk a dagirker tenê nebû, di heman demê de bi hevkariya hêzên navneteweyî jî hat kirin.“
Hesen Arif destnîşan kir ku di serî de dewleta Tirk a dagirker, hêzên navnetweyî xwest ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin û wiha pê de çû: “Rêber Abdullah Ocalan zindana Îmraliyê veguherand akademiyê. Bila her kes bizane ku em ê li pey doza wî bin.”
Jia bi navê Emîne Ehmed jî sîstema îşkencê û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Em îro xwe li ser esasê bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan perwerde dikin, rojane pirtûkên wî dixwînin û her gavê em fêrî gelek têgehan dibin.”
Emîneyê anî ziman ku ew deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û got ew ji bo azadiya jinan û azadiya tevahiya gelan tê dikoşe.
Munteha Xelîl jî destnîşan kir ku ew roj bi roj bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve têne girêdan û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Em ji vir heyanî Îmraliyê bimeşin û di ber Rêberê xwe de şehîd bikevin jî em ne poşman in. “
Muntehayê bang li her kesî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyan zêdetir bikin.