Ji gundiyên Nêrçikê, Recep Aslanhan anî ziman ku ew li herêmê mêşên hingiv xwedî dike û got;
Qeymeqamê navçeyê beriya meh û nîvekê bi keyayên gundên Nêrçik, Şînas, Dimilyan û Beyrokê re civînek kir. Mijar jî maden bûn.
Dema ku me ev bihîst, bi riya keyayan me ragihand ku em, destûrê nadin vekirina madenan.
Lê hevparên mdanen bi leşkeran re hatin.
Dîse jî me got em qabul nakin hun ked û xwezaya me talan bikin.
Receb Aslanhan got; Hasandîn, çiyayê herî bilind yê Pasûrê ye.
Ava me jî ji wî çiyayî tê, dema ku dînamît teqandin, yan jî sondaj kirin, ava me jehrî kirin.
Bendeva Geliyê Godernê bandor li gelek gundên herêmê kir, niha jî bi riya madenan dixwazin gundên mayî jî xira bikin.
Hingî li Pasûrê jiyan namîne.
Ji xwe çandinî qediya ye.
Hêdî hêdî sewalkarî jî tê tunekirin.
Receb Aslanhan herî dawî got: Armanca wan tinekirina jiyana li vê derê ye.
Ji bo berjewendiyên çend şîrketan xaka me difiroşin.
Hewl didin me ji gundême sirgûn bikin.
Em li xaka xwe madenê, Santralên Hîdroelektrîkê (HES) û bendavan naxwazin.
Em naxwazin warê xwe biterikînin.
Em ê li ber vê rabin. Em dixwazin gelê me bi me re be û dengê me bide bihîstin.”