Emerîka wê hêza xwe ya li Rojhilata Navîn zêde bike

 

Li Rojhilata Navîn roj bi roj alozî berfirehtir dibin, li rexek Îsraîl êrişî Xeze û Lubnanê dike, li rexa din jî amadekariyên berfirehkirina şer tên kirin.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder da zanîn ku Emerîka wê rê nede Îran, hevkar û wekîlên wê ku ji rewşê sud wergirin û şer berfirehtir bikin.

Ryder got ku wê Emerîka ji bo parastina gelê xwe hemû tedbîrên pêwîst bigire û got;

“Emê di rojên pêş de hêza xwe ya ji bo piştgiriya hewayî û parastinê xurtir bikin.”

Hêjayî gotinê ye di 27’ê Îlonê de Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah li paytexta Lubnan Beyrût hatibû kuştin.