Meclisa Rêveberiya Navendî ya DEM Partî, di 21’ê Tîrmehê de civîna xwe pêkanî û encamnameyek parve kir.
Di encamnameyê de tê gotin ku tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de şikestineke mezin xwar. Ji têkçûna xwe bidin rawestandin, ketin nava hewldanên nû.
Bi polîtîkaya şerê qirêj jî, rê li ber rantê, xizanî, birçîtî û hejariyê vedikin.
Li derve jî poltîqeya cotstandradî dimeşînin. Hem bi Rusya re flortê dikin û hem ji bo Emerîka jî dibêjin hevalbendê me yê stratejîk. Yekana armanca dîplomasî û bazariyên wan, ji bo înkar û tunekirina Kurdan e. .
Di encamnameyê de behsa tecrîda mutleq ya li ser birêz Abdullah Ocalan tê kirin û dibêje; Bloka Cumhur, herî zêde ji fikrên Birêz Ocalan ditirse. ji serketina Kurdan û pêkanîn demokrasî ditirse.
Ji bo vê jî, hem, girtiyên ku 30 salin di girtîgehan de hatine girtin bernadin, hem bi hezaran girtiyên nexweş di ‘tîpa bîrê’ de, bi mirinê re rû bi rû dihêlin.
Desthilatdariya AKP/MHPê tecrîd kiriye bingeha şerê qirêj.
Di heman demê de, vîna gel jî xesp dikin û bi siyaseta qeyum, hem aboriya Tirkiyê têk birine, hem rant avakirina û bûne sedema krîza aborî, siyasî û civakî.
Lewma berxwedana hevpar ya gelên Kurdistan û Tirkiyê şertê nabê nabe ye.
DEM Partiyê da zanîn ku wê bi vê armancê Hevdîtinên Nan û Edaletê veguherînin bernameya têkoşînê û çalakiyên xwe zêde bikin.
Ji bo vê jî ew ê ji bo avakirina xeteke bihêz ya li dijî bloka desthilatdariyê, tifaqa berfireh ya “eniya ked û demokrasiyê” kar bikin û xeta têkoşîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê mezin bikin.
Di encamnameyê tê gotin ku wan xebatên Dibistanên Partiyê jî dane destpêkirin.