Sozdar Avesta tevlî bernameya Sterk TV bû û got; di kesayeta şehîdên nemir, yên 14ê Tirmehê de, hemû şehîdên azadiyê bibîranî û bang li her kesî kir ku bi ruhe 14’ê Tîrmehê têkoşînê bilind bikin û li ber siyaset û êrişên qirkirinê rabin.
Beriya 42 salan li tevahiya Kurdistanê bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nemabû.
Tevgerên reformîst bi navê Kurdistanê nebûya jî xwedî komeleyên herêmî bûn lê belê yên ku bi navê Kurdîtiyê, şoreşgeriya Kurdistanê, çepgiriyê têkoşîneke bênavber meşandin û heta dawiyê bi felsefeya Rêber Apo ev hevrêyên li dora vî kom bûn.
Piştî ku wan lehenegên dîrokî, bi baweriyek şoreşgerî berxwedana kirin û têkoşînê li ser xeta azadiyê meşandin.
Kemal, Hayrî, Akîf û Alî, felsefeya jiyana bi rûmet û azad afirandin.
Kevneşopiyeke bi vî rengî ya mezin li pey xwe hiştin û bûne pêşengê têkoşîna 42 salan.
Ev berxwedan li tevahiya Kurdistanê belav bû.
Sozdar Aveste, destnîşan kire ku, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê zilemeke mezin tê kirin, siyaseta qirkirin û tinekirinê tê meşandin.
Ji ber ku Rêber Apo heqîqetek e, xetek e, îdeolojiyek e, felsefeyeke, sîstemek e, hebûn e.
Dijmin, baş zanin ku Rêber Apo kesayetekî çawa ye, têkoşîneke çawa dimeşîne, çima vê têkoşînê dimeşîne.
Ji bo vê tecrîda li ser Rêber Apo, sinorên tecrîdê jî derbas kirine.
Ji bo vê jî em banga têkoşîna ji bo ruhê seferberiyê dikin.
Divê her kes, ji 7 heta bi 70 salî bi ruhê 14ê Tirmehê, li her qada jiyanê têkoşînê bike.