Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu tevli bernama taybet a medya haberê bû.

Ses oynatıcı

Mustafa Karasu pergala tecrîdê ya li îmraliyê, şantaja ku dewleta Tirk bi tecrîdê re dike, pêngava azadiyê, şerê li dijî dagirkeriyê, pîlangeriya dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê ya li dijî Kurd û Kurdistanê bi berfirehî nirxandin.

Mustafa Karasu îşaret bi şantaj û gefên dewleta Tirk ên li ser Rêber Apo kir û got: bersiva herî xurt û rast ku em bidin dewletê mezinkirina pêngava azadiyê ye û bi serxistina armancên pêngavê ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bû mêvanê bernama taybet a televîzyona medya haberê.

Mustafa Karasu pergala tecrîdê, rewşa qet-agahî-negirtinê ya li ser Rêber Apo bi berfirehî nirxandin.

Îşaret bi gef û şantajên dewleta Tirk jî kir û got:

Dema agahiya gef û şataja li ser Rêber Apo gihîşt me, em pir hêrs bûn.

Bi vê gefê careke din eşkere kir ku dewleta Tirk Rêber Apo û tevgera me nas nekiriye.

Careke din derket holê ku dewleta Tirk dewleta gef û şantajan e.

Yanî dixwazin di ser Rêbertiyê de şantajê li tevgerê û gel bikin.

Mustafa Karasu da zanîn ku bi rêya şantajê careke din eşkere dibe ku dewleta Tirk ti qanûn û yasayan nas nake:

Dewlet dibêje; em dikarin hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bihêlin lê divê ev tişt bên kirin.

Yanî ev bi eşkereyî tê wateya; em ê hevdîtinê nehêlin. Ev îtîraf e.

Erê ew daxwazên xwe rêz dikin lê ew jî dizanin ku wê tevger tiştên dixwaze neke.

Dema min got; tevgera me nas nakin lê heta radeyeke jî nas dikin.

Dema daxwazên xwe dibêjin, ew jî dizanin wê tevgera me van daxwazên bêexlaq qebûl neke.

Jixwe şantaja wan ji aliyê tevgera me ve hat redkirin.

Şantaja tê kirin di warê dewleta Tirk de teqabûlê kîjan rastiyê dike? Mustafa Karasu rewşa dewleta Tirk jî bi vî rengî nirxandin:

Çima teklifeke wisa dikin? Çima vê şantajê dikin? Ev girîng e.

Ev nîşan dide ku dewleta Tirk ketiye tengasiyê, xitimiye.

Weke CPT û saziyên weke wê ku çawa xitimîne, dewleta Tirk jî xitimiye. Lewma vê şantajê dikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu bal kişand ser pêngava azadiyê ya cîhanî jî û got:

Karê me yê esasî mezinkirina pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

Em ê pêngavê mezin bikin, armancên wê jî pêk bînin.

Bersiva herî xurt û di cih da ya li dijî şantaj û gefan pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

Ji bo me azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd heman têkoşîn e.

Em jî bi têkoşînê vê armancê bi ser bixin.