Civîna Mekanîzmaya Ewlekariya Bilind ya Tirkiye û Iraqê ya 4mîn li Enqerê hate pêkanîn.
Piştî hevdîtinê Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên civîneke hevpar ya çapemeniyê hate pêkanîn.
Di civîna çapemeniyê de hat diyar kirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên “ewlehiya leşkerî” nîqaş kirine û di navbera her du welatan de girteka lihevkirina hevbeş hatiye îmzekirin.
Hate gotin ku “di navbera Tirkiye û Iraqê de, ji bo têkoşîna li dijî terorê, wê li Bexdayê Navenda Hevbeş ya Koordînasyona Ewlekariyê û li Başîqa jî Navenda Hevbeş a Perwerde û Hevkariyê bên avakirin.