Kongra Star û Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyên cûda êrişên li dijî Elewî û Durziyan protesto kirin.
Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cîzîrê, li ber avanina Dadgeha Gel, bi beşdariya hiqûqnas û endamên Meclisa Edaleta Civakî daxuyanî da.
Hevseroka Yekitiya Parêzeran Heyfa Hesen daxuyanî xwend û got;
“Êrîşên li dijî Durziyên li Siwêda û gundên Şamê, êrişên li dijî Elewiyên li peravê, Hema û Humsê sucên mirovaniyê ne û nayên qebûl kirin.
Heyfa Hesen diyar kir ku daxuyaniya şêxê Durziyan Hikmet El Hicrî banga yekrêziyê ye û ew piştgiriyê didine wê bangê.
Heyfa Hesen 4 daxwaz rêz kirin û got;
“Divê desthilatdariya Şamê, dest ji siyasetên dûrxistin û înkarê berde û bi beşdariya tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê destûrek nû amde bike.
“Divê hêzên navneteweyî li hemberî van sûc û binpêkirinan bikevin nava liv û evgerê.”
Kongra Star ya Kantona Cizîrê jî, bi amadebûna endamên saziyên civakî, li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya li Qamişloyê daxuyanî da û êrîşên li dijî Elewî û Durziyan şermezar kirin.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Komên çekdar li dijî sivîlan suc dikin.
“Divê desthilatdariya Şamê demildest van êrîşan bidê rawestandin û ji çeteyên ku bûne çerxa kuştinê hesab bipirse.”
Kongra Star, bang li desthilatdariya Şamê kir ku demildest destureke ku hemû pêkhateyên li Suriyeyê himbêz dike, amade bike.
Daxuyanî bi diruşmeyan bi dawî bû.