ESP’yiyên di greva birçîbûnê de ne: Girtîgehên bi Tîpa Bîrê ji bo her kesî metirsînî ye

 

Greva birçîbûnê ya sê rojan ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li avahiya bajêr ya Stenbolê dewam dike.

Çalakvan têkildarî çalakiya xwe axivîn.

Serpîl Topal wiha dibêje:

“Zext, êrîş û qedexeyên bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê têne kirin, bandorê li tevahiya civakê dikin.

“Faşîzm ji bo desthilatdariya xwe dewam bike, di destpêkê de hewl dide ıradeya şoreşgeran teslîm bigire.

“Ji bo vê jî girtîgehê bi kar tîne.”

Desthilatdariya AKP/MHPê xwest bi girtîgehên Tîpa F vê yekê pêk bîne.

“Piştî ku biserneket, girtîgehên bi Tîpa Bîrê ava kirin.”

Yek ji çalakgeran Kerem Bukre jî balê dikişîne ser van xalan:

“Ti cudahiya girtîgehên Tîpa Y ji Tîpên Bîrê nîne.

“Girtî, rojê tenê saetekê li derve hewayê distînin.

“Ev mafê saetekê jî, dema baran bibare yan jî sar be, tê desteserkirin.

“Girtî nikarin rojê jî bibînin, dema ku xwarin tê dayin, girtî nikarin gardiyan jî bibînin.

“Hûn bi dengê ji we re tê gotin, diçin cihê hewa standinê.

“Yanî girtî di şert û mercên îzolekirî de têne girtin.

“Armanca wan teslîm girtina îradeya girtiyan e.

“Lê ew ji bîr dikin ku kevneşopiya girtîgehan ya Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê xurt e.

“Lewma wê nikaribin îradeya girtiyên şorşeger teslîm bigirin.

“Divê em vî barî tenê ji şoreşgeran re nehêlin.

“Girtîgehên Tîpa Bîrê, cihê tunekirinê ne û ji bo her kesî metirsîşnî ne.

Enes Gulelî yê ji SGDF’ê yê di greva birçîbûnê de ye jî dibêje;Divê raya giştî vê qebêl neke.