Fermandarên HPG’ê Fazil Şevger ’15’ê Tebaxê di heman demê de li dijî xeta nokeriyê bû

Fazil Şevger got

Ji fermandarên HPG’ê Fazil Şevger bi mebesta salvegera 40’mîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî û di kesayeta fermandarê mezin hevrê Egîd de hemû şehîdên azadiyê bibîranîn û got;

Em soza xwe ya serketinê dubare dikin ku em ê teqeze dijminê fasîşt û qirker têkbibin.

Gelê Kurd, bi taybetî van 100 salê dawî de, bi hemû aliyan ve di nav çerxa qirkirinê de bû.

Gelê Kurd li hember her cure êrîşan di nava berxwedaneke mezin de bû.

Dijmîn digot “Me gelê Kurd xistiye bin axê û ser beton kiriye’.

Di demeke wisa de Rêber Apo dest bi tekoşînê kir.

Ji hêla fikir, felsefe û rêxistinîbûnê ve gelê Kurd bi pêş xist.

Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên qirêj êrîşî gelê Kurd û Tevgera Apoyî kir.

Cuntaya 12’ê Îlonê ya faşîst pêk hat.

Li hemberî vê jî, tenê riyek hebû ew jî şerê çekdarî bû. Rêber Apo ev ji nêz ve dît.

Fermandar Fazil Şevger, behsa berxwedana li Zindana Amedê kir û got;

Bi taybetî berxwedana li zindana Amedê ya bi peşengtiya hevrê Mazlum, Ferhat, Kemal, M. Hayrî, Akîf, Alî Çîçek hemû planên dijmin pûç kirin.

Li zindana Amedê êşkenceyeke di dîrokê de mînaka wê tinebû dihate kirin.

Dîse jî cûntaya faşîst nikaribû berxwedana hevalan bişkîne.

Ev berxwedan li her deverê di nava gelê Kurd de hêvî û cesaret çêkir, bû despêka jiyaneke nû.

Pengava 15’ê Tebaxê di demeke wisa de pêk hat ku her kesî bawer dikir PKK tasfiye bûye.

Xeta tasfiyekar dixwest Rêber Apo û tevgerê bixin bin kontrola xwe.

Gelek kesan baweriya xwe winda kiribû.

Lê Rêber Apo û komek hevalên xwe, bi amadekariyeke mezin di 15’ê Tebaxa 1984’an de, li Dihê û Şemzînanê çalakî kirin û HRK îlan kirin.

Ev pengav hem li dijî dijmin bû, hem li dijî xiyanetkaran bû.

Bawerî û hevî ji nû ve bi jiyana azad û bi tekoşînê çêbû.

Pengava 15’ê Tebaxê Kurd ê azad ê li bin betonê bû dîse derxist li ser rûyê erdê.

Zincirên koletiyê şikandin. Ji ber vê yekê, ev pêngav ne tenê ji aliyê çekdarî û leşkerî ve, ji aliyê îdeolojîk, felsefî, çandî, rêxistinî ve pir girîng e.

Destpêkek û jiyanek nû ye. Ango em dikarin bibêjin ji nû ve vejîneke.