Fûat Kav: Xwestin gelê Kurd li Girtîgeha Amedê tine bikin

 

Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav têkildarî Girtîgeha Amedê, ku navenda êşkencexaneya dewleta Tirk bû û manîfestoya berxwedana şoreşgerên PKK’ê ji ANF’ê re axivî û got;

Girtîgeha Amedê weke navendeke hovîtiya li ser netewekê û tunekirina gelekî hatibû dizayn kirin. Girtiyên li wir tevan Kurd bûn, kadroyên pêşeng yên PKK’ê bûn. Dewletê dixwest di kesayeta wan pêşengan de gelê Kurd tune bike.

Fuat Kawa, girtîgeha Amedê, şibande kampên Hîtler û tunekirina gelê Cihu û got; Dema ku mirov behsa Girtîgeha Hejmar 5 ya Amedê bike, divê tenê êşkenceyeke demkurt li ser komekê neyê dîtin.

Armanc tunekirina kadroyên pêşeng yên PKK’ê bû. Dema ku pêşengên gelekî hatin tune kirin, gel êdî li holê namîne.

Hemû kiryarên dewlea Tirk yên li Girtîgeha Amedê stratejîk bûn.

Rejîma faşîst ya 12’ê Îlonê, proje û konsepta teslîmgirtinê li wir dikire prtaîkê.

Armanca girtiyan jî, têkoşîna li dijî vê armanca stratejîk bû û teslîmbûn weke xiyanetê didîtin.

Parastina PKK’ê, xeta PKK’ê, îdeolojiya PKK’ê, ji bo parastina neteweya Kurd û gelê Kurdistanê bû.

Dewleta faşîst digot; “Me Kurd xistine gorê, îro jî, em ê yên mayî li vir, li girtîgerha Amedê têxin gorê”

Girtiyan bi taybetî Mazlûm Dogan, M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr û hevalên din gotin; ‘Na, we berê Kurd xistin gorê. Serok Apo, ji bo vejîna Kurdan li rê û rêbazekê digeriya û PKK’ê ava kir.

Lewma armanc û hedefa sereke ya PKK’ê ew e ku neteweya Kurd û gelê Kurd, ji wê gora betonê derxe, zindî bike û ji nû ve vejîne.”

Ji girtîgeha Amedê jî, fikir, mejî, ruh û îradeyek berxwedêr ya nû derkete holê.

Wan lehengên qehreman, stratejiya dijmin ya teslîmiyet û îxanetê têk bir û stratejiya şoreşger ya têkoşînê biserxist.