Gerîla li qadê serwer e

 

Gerîlayên HPG’ê Azad Tolhildan û Çekdar Serhed têkildarî şerê li Herêmên Parastinan Medya ji ANF’ê re axivîn û gotin; Artêşa Tirk nikare bi serbikeve, qad di bin serweriya Gerîla de ye.

Gerîlayê HPG’ê Azad Tolhildan diyar kir ku gerîla di taktîkên şer û stratejiya şer de gelek pêşketin afirandine got: “Bi taybetî çalakiyên di zivistanê de hatin kirin dilê Enqerê şewitandin. Leşkerên ku li hemberî me şer dikin û cerdevanên ku tên van herêman di rewşeke pir xerab de ne.

Em her roj agahiyên leşkerên ku xwe dikujin dibihîzin. Ev rewş li ber çavên me diqewime. Dîse artêşa dagirker bi piştgiriya malbata Barzanî, çeteyên El Nûsra anîn Herêmên Parastina Medya.

Ev çete bi cil û bergên artêşa Tirk li hemberî me şer dikin. Çeteyên ku anîne têk çûn.

Ne artêşa Tirk, ne komên çete û ne jî hêzên hevkar nikarin pêşiya berxwedana me bigirin.

Li hemberî berxwedana me derûniya leşkerên Tirk xera bûye. E

Leşkerên ku bi darê zorê didin şerkirin, riyeke din nabînin û xwe dikujin.

Ev çiya çiyayên me ne, kes nikare wan ji destê me bigire. Ev çiya mala me ne. Dibe ku artêşa dagirker bi tank û topan hatibe, dibe ku dijmin leşkerên xwe anîbe, lê kontrola herêmê her tim di destên Gerîlayan de ye.

Gerîla Çekdar Serhed jî anî ziman ku dewleta Tirk di şer de nirxên mirovahiyê binpê dike û got; Dewleta Tirk a faşîst di vî şerî de hemû derfetên xwe bikar tîne, ti exlaq û qanûnan nas nake. Çekên kîmyewî, hemû çekên qedexekirî bi kar tîne.

Tevî vana jî nikarin pêşiya Gerîlayan bigirin. Gerîla çalakiyên bi bandor lidardixe û derbên giran li dijmin dide. Ji ber ku plana dagirkeran têk çûye, hewl dide hemû hêzên herêmê têxin nava vî şerî.

Heta niha tenê malbata Barzanî û hin caran jî desthilatdariya Iraqê hevkariya dijmin dikin. Dewleta Tirk li gel piştgiriya hevkarên xwe jî serketinek bi destnexistiye. Şikestine4k mezin dijî.

Rewşa leşkerên artêşa dagirker nebaş e. Artêşa dagirker her 10-15 rojan carekê dixwaze cihê van leşkeran biguherîne. Lê ji ber êrîşên gerîlayan leşker nayên guhertin û ev leşker ji ber tiştên ku bi serê wan tê, xwe dikujin. Çekên xwe datînin. Ev jî têkçûna artêşa dagirker nîşan dide.

Em dagirkeriyê qebûl nakin. Ev axa pîroz e, bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Gelê me wê destûrê nede vê yekê. Gelê Başûr jî vê yekê qebûl nake. Li Amêdiyê û Şêladizê ev yek hat dîtin, li Bakur û Rojhilat jî li dijî dagirkeriyê helwesteke tund hate nîşandan.”