Filma Gerîla Tv, bi gotina Endamê Komîteya Rêveber a PKK”ê Mûrat Karayilan a mohra xwe li vê demê xistî destpê dike.
Jixwe navê Film jî “An hûnê biçin, an hûnê bimirin e.”
Di Film de qala wê yekê tê kirin, ku çawa gerîlayan li Herêmên Parastinên yên Medya Operasyonên Şoreşgerî dane destpêkirin.
Pêşî çalakiya fedayîya li Enqerê û şehîd Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn tên nîşandan.
Û di pey re bê çawa gerîla ji Payîza 2023’yan heta Bihara 2024’an çawa li ser hev çalakiyên mezin lidarxistine.
Ji ber vê yekê çalakiya fedayî ya li Enqerê, weke çalakiya bûyî sedema destpêkirina pêngava li çiyayên Kurdistanê tê ragihandin.
Di filma Gerîla Tv de gelek dîmenên operasyonên şoreşgerî û çalakiyên cûda hene.
Ji hin operasyonan dîmenên nû û balkêş hatine weşandin.
Weke mînak Operasyona Şoreşgerî ya 20’ê Mijdara 2023’yan li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê.
Li rex dîmenên Operasyonên Şoreşgerî, dîmenekî nû yê çalakiya Hêzên Parastina Hewayîya Şehîd Delal Amed jî cih digire.
Di dîmen de bi awayekî pirr zelal tê dîtin, ka çawa gerîla operatorê dronan ê artêşa Tirk ceza dikin.
Dîmen ji 12’ê Kanûna 2023’yan e.
Filma gerîla Tv bi nîşandana dîmenên cûda ji operasyonên şoreşgerî dewam dike.
Ji Operasyona Şoreşgerî ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku gerîlayan 23’yê Kanûnê lidar xistibûn, dîmenên nû di film de tên nîşandan.
Di dîmenên vê operasyona şoreşgerî de ew canbexşiya gerîla ya ji bo serketinê dikeve çeperên dijmin û tine dike careke din xwe nîşan dide.
Film bi nîşandana dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Melsa Mûş dewam dike.
Paşê ji çalakiyên herêma Metîna li rex hin dîmenên berê, hin dîmenên nû yên çalakiyên gerîla tên nîşandan.
Film bi nîşandana Operasyona Şorşegerî ya Şehîd Ciwan û Şehîd Andok a ji sê baskan ve pêk hatî dewam dike.
Filma Gerîla Tv weşandî, ji destpêkê heta dawî xwedî nîşaneya gelek rastiyên şer e.
Bi awayekî zelal weke filmên Agir Girte Erşê Romê û Agir Girte Dilê Enqerê, derba ku artêşa Tirk ji gerîla dixwe nîşan dide.
Lê ji wan cûdatir, di vî filmî de rastiyek û barekî din jî heye û ew jî di dawiya wê de hatine bicihkirin.