Her ku diçe bertek û nerazîbûnên jinan, çalakvan û rêxistinên mafên mirov ya li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê zêde dibin. Çalakvanên mafên mirovan jî dibêjin, guhertina Yasaya Rewşa Kesî zilmeke li ser jinan û zarokan tê kirine.
Bertek û nerazîbûnên li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188’an ya sala 1959’an dewam dikin. Pêşniyazkirina jinûve sererastkirina yasayê dê jinan ji mîras, mafê dayiktiyê û xwedîkirina zarokan bêpar bike. Ji ber vê yekê parêzer, parlamenter, çalakvan û piraniya beşên civakê vê sererastkirinê weke binpêkirina mafên jin û zarokan dinirxînin.
Têkildarî guhertina yasayê û bandorên wê yên nerênî ku wê li ser civakê bike, çalakvan Kejal Elî Şair û Rêvebera Pirtûkxaneya Ewqafa Silêmaniyê Kewser Mihemed ji me re axivîn.
Di destpêkê de çalakvan Kejal Elî diyarkir ku tê xwestin dibin zextên mezheba Şie de li Iraqê Yasaya Rewşa Kesî were guhertin û got; “Ev tê wateya binpêkirina mafê mirovan, zilma li ser jinan û zaroka ye. Bi ti rengî di ti yasayek navdewletî de jî guhertina vê yasayê nayê qebûlkirin. Lê mixabin li vê derê dibin navê guhertina yasayê de bi eşkere mafên jinan tên binpêkirin. Ev yek nayê qebûlkirin û divê hemû jin li dijî guhertina vê yasayê bertek nîşandin.”
Kejal Elî eşkere kir ku bi vê yasayê tê xwestin mafên jinan jê werin girtin û di temenê 7 saliyê de zarok ji dayîkên wan werin standin. Kejal got: “Ev binpêkirina mafê mirov û jinan li ti derê nayê qebûlkirin. Ji bona wê divê em bi awayek giştî li ser asta jinan û jinên siyasetmedar ên Kurdistanê bi hemû rengî nerazîbûn nîşandin û rê nedin ev yasa were guhertin.”
Rêvebera Pirtûkxaneya Ewqafa Silêmaniyê Kewser Mihemed jî li ser heman mijarê axivî û got: “Guhertina vê yasayê ji bo niha neguncawe û nayê qebûlkirin ku keçek temen 9 salî bê zewicandin. Ger ev yasa were guhertin, wê zarokek di wî temenî de çawan bikare erkên xwe bicih bîne, ji berku ew zarokeke. Wê ev yek bandorek nerênî çêke û cûdabûnê têxe nava malbatan de. Ji ber vê çendê ev yek nayê qebûlkirin.”
Têkildarî yekhelwestiya jinan û rêxistinên mafên mirov a li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesî, Kewser Mihemed got: “Pêwîste jin û rêxistinên mafên mirov, jin û zarok li dijî guhertina yasayê yekgirtîbin. Nabe jin tenê li dijî guhertina yasayê rabin, pêwîst dike zilam jî li dijî guhertina vê yasayê bisekinin û qebûl nekin.”