Hêlîn Umît: Divê em biryara Konseya Ewropayê ti carî qebûl nekin

 

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di bernameya taybet a televîzyona Medya Haber de axivî û biryara binpêkirinê ya Komîteya Konseya Ewropa ya têkildarî Rêber Abdullah Ocalan rexne kir û got; Gelê Kurd, bi tyabetî jin û ciwan bi pêşengiya partiya me, 26 sal in li her derê çalakiyan dikin, Hem komploya navneteweyî şermezar dikin, hem azadiya Rêbertî dixwazin.

Li seranserê cîhanê raya giştî hate afirandin, sendîqeyên herî navdar û xwedî endmaên bbi milyaonan karkar, saziyên hiquq û pîşeyî, 1500 parêzaran, 69 rewşenbîr, zanyar û Xelatgirên Nobelê helwestek dîrokî nîşan dan. Teva jî, jib o Ocalan azadî, jib o pirsa Kurd çareserî bang kirin. Teva jî god ku kilîda çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan û dive were azad kirin.

Vê tabloya cîhanê, armanca komploya navneteweyî ku dihate xwestin, Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin hate berteref kirin. Di heman demê de sîstema qikririnê ya Imrlaiyê jî hate berteref kirin. Lê hêzên komploger û Tikiryê 26 sal in tecrşîdê dimêşînin û 43 meh in ku bi tu awayî agahî ji Rêbertî û 3 hevalên din yên li Imraliyê ne nayê girtin.

Hêlîn Umît bal kişande ser biryara Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropa û got, “Eger ne ji berxwedaneke bi vî rengî ya bi heybet bûya, ne ji berxwedaneke bi vî rengî ya dîrokî bûya, eger gelê Kurd azadiya Rêber Apo bi azadiya xwe, bi hebûna xwe, bi şerê xwe yê ji bo nasnameya xwe nekiribûya yek û raya giştî ya berfireh a ji bo vê yekê neafirandibûya, nikarîbû encameke bi vî rengî bi destbixista. Eger neçar ma bin ku daxuyaniyeke bi vî rengî bidin, hingî divê pêwendiya vê yekê bi vê re teqez bê dîtin.”

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît, daxuyaniyên KCK û KJK’ê yên têkildarî vê biryarê bi bîrxist û got; Ev biryar dewama bêhiqûqiya li Îmraliyê ye û biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa binpêkir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, di sala 2014’an de biryarek da û got; Eger mirovek heta dawiya emrê xwe girtî be û hêviya berdanê nemîne, ev yek li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ye. Ev biryar beriya 10 salan hate dayin û têkildarî Rêberê me û hevalên din yên li gel wî û çend hevalên din yên li girtîgehanm têne girtine.

Niha sal bûye 2024, 10 sal derbas bûne û car din salek dem dane dewleta Tirk a faşîst. Nerazîbûn ji ber vê yekê ye. Ev biryar biryareke nû nine û biryarek siyasî ye û ne hiquqî ye. Ev biryar nayê qebûl kirin.

Hêlîn Umîşt diyar kir ku sîstema Imraliyê nema diakre bê meşandin. Ji ber ku sîstema Imalriyê bvinge şerê qirêj û hemû krîz û kaosên li Tirkiyê ye. Li gel vê yekê, saziyên Ewropayê hevkariya bi sîstemê re didomînin.