Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît,diyar kir ku leşkerên Tirk 150 baregeh ava kirine, bi deh hezaran leşker li herêmê bi cih kirine û got:
Gelo ev ne dagirkerî û ne îlhaq e?
Rêbazên Îsraîl û Tirkiyê gelekî dişibin hev. Lê Îsraîl. biqasî Tirkiyê qirkirinê nake, berê xwe nade dagirkeriyê.
Hêlîn Umît got ku, desthilatdairya Iraqê helwesteke bêîrade nîşan da. Helwesta tê detsnîşan kirin ku ji bo desthilatdariya Sûdanî rûreşî ye. Li Iraqê, Li Silêûmaniyê, li li Amediyê êrişî wesayitên sivîlan, yên Ereb û Kurd dikin û mirovên Ereb û , rojnamevanan şehîd dikine . Sûdanî Serokwezîrê welatekî bi vî rengî ye.
Hêlîn Umît işaret bi girîngiya têkoşîna gel ya li dijî dagirkeriyê kir û got: Gelê me dilsozê Rêber Apo ye, dilsozê Gerîla ye. Li Tirkiyê kevneşopiyeke gelekî girîng a şoreşgerî û demokratîk heye. Ciwanên nû serî natewînin. Divê em baweriya xwe bi ciwanan bînin. Pêşî li ciwanan vekin.
Bi vî rengî eger em faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin, em ê paşerojekê biafirînin. Wê pêşî li paradîgmaya modernîteya demokratîk vebe û pêşî li azadiyan vebe. Dema ku ev hate şikestin wê hem li Tirkiyê, hem li Kurdistanê, hem jî li Rojhilata Navîn ber bi serdemeke nû ve gav bê avêtin.
Em di nava pêvajoyeke bi vî rengî de ne. Divê her kes bi giranî, ciddiyet û berpirsyariya vê yekê tevbigere. Lewma nabe ku berpirsyarî tenê ji gerîla re bê hiştin.
Nabe ku her tişt ji Gerîla bê hêvîkirin. Me got, şerê gel ê şoreşgerî. Em qala şerê gel dikin. Eger gel bi hev re eniyeke antîfaşîst, sekneke antîfaşîst nîşan bidin, dikarin şer bisekinînin. Em bi vî rengî peyama 1’ê Îlonê jî bidin.”