Dayikên Nobeda Edaletê, bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedandina binpêkirinên mafên mirovan yên li ser girtiyên siyasî çalakiya xwe didomînin.
Dayikên her 2 hefteyan carekê roja Duşemê ,li hev kom dibin û daxuyaniyê didin çapemeniyê.
Dayika girtî Mûhammed Kartal, Afîfe Kartal, ji bo mîtînga 13’ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir û got; Armanca çalakiya me bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Em bang li cîhanê dikin; tecrîdê bi dawî bike.”
Afîfe Kartal got; Zarokên me li ser şopa Rêber Apo canê xwe feda kirine. Ew Rêberê 50 mîlyon Kurdî ye. Bila tecrîd bi dawî bibe; gelê Kurd û Rêberê wan bigihêjin hev.
Eger Birêz Ocalan biaxive, wê ev pirsgirêk çarese rbibe û ciwan jî wê nemirin, krîz û şer wê bi dawî bibin. Ev dewlet mirov, xweza û heywanên me dikuje. Çand û zimanê me tine dihesibîne. Em daxwaza aştiyeke bi rûmet dikin.”
Divê em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin, Ez bang li Kurdan hemûyan k dikim ku 13’ê Cotmehê beşdarî mîtînga li dijî tecrîdê ya li Amedê bibin.
Her Kurdekî bi rûmet divê li ber tecrîdê rabe û dengê xwe bilind bike.”