Herêma Biradostê careke din hat bombebarankirin.

 

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker îro cara duyemîn bi dijwarî herêma Biradost ya parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir.

Bi taybetî jî devera Sinînê ya Biradostê hat bombebarankirin.

Di saetên êvarê de jî devera Sinînê ya Biradost hat bombebarankirin lê derbarê ziyanên êrişan de agahî bidest neketin.

Di vê navberê de li gorî çavkaniyên herêmê, li esmanê bajarokê Qesrê yê Balekayetiyê ku ber bi sînorê Balayan û Çiyayê Qendîlê ve diçû, dişibiya balafirekê.