Hêviya herî mezin a xelkê Başûr serketina Gerîla ye

 

Rojnamevan Amargî Arhat, di nivîsa ya îro de, dibêje; Dewleta Tirk plana xwe ya dagirkeriyê bi piştgirî û hevkariya PDK’ê didomîne.

Şêniyên Amediyê ku konvoyên artêşa Tirk di nava bajarê wan re derbas dibe, gundên wan her roj tême bombarduman kirin, gundiyan bi darê zorê ji gundên wan derdixin, nerazibûn nîşan da û rabûne ser piyan.

Tirsa herî mezin ya PDK’êjî ew e ku hêrsa xelkê Başûrê Kurdistanê, veguhere hêzeke rêxistinbûyî. Ji ber ku bi kevneşopiya berxwedanê ya gel zane.

Rojnamevan Amargî destnîşan dike ku Medya PDK’ê jî, bi armanca nerazîbûna gel kêm bike, weşanê dike.

Lê dema ku me li nûçeya qenala K24 û kanalên cûda guhdarî kir, me dît ku li bajarê Amediy nerazîbûn heye û çapemeniya PDK’ê derewam dike.

Di nûçeyan eşkere bû ku çekên kîmyewî, topbaran û baombardumanê çiqasî zerer daye erdnîgariya herêmê û gundên wê.

Kamera ku bedena şewitî ya zarokên Kurd nîşan dida, rastiya dargirkeriya Tirk û destekkirina PDKê ya bi dewleta Tirk re eşkere dikir.

Rojnamevan Amargî wiha dewam dike, Li qada Amediyê aramî nîne, li Amediyê êrişa dagirkeriya herî mezin ya dîroka Başûrê Kurdistanê heye.

Welatiyekê digot; Eger şêniyên Amediyê û şeniyên herêmê rê li ber dagirkriyê negirin û ji siberojên dagirkirî berpirsiyar bin.

Rêber Apo di nirxandinên xwe yên bi navê perspektîfên Başûr de gotibû, “PDK hêza noker e û bi îradeyeke serwer ve girêdayî ye.” Rejîma Tirk bi armanca ku PKKe ji Başûr tecrîd bike destê xwe dirêjî PDKe dike.

Gelê heêrmê, bi taybetî gelê Ameidyê, vî karakterê hevkar û noker yê PDK’ê baş dizane ûvekirî dibêe, Hêviya me û xelkê herêma Başûrê Kurdistanê Gerillayên Azadiyê ne.