Besê Hozat di bernameya taybet a televîzyona Medya Haber de mijarên di rojevê de nirxand û got;
Di encama têkoşînek mezin de Rêber Apo bi Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Ev hevdîtineke malbatê bû, lê em û her kes, têkildarî rewşa tenduristiya Rêber Apo agahî girtin.
Desthilatdariya Şerê Taybet, her dem serî li rêbazên bi vî rengî dide û armanc dike ku tirsê bela bike.
Piştre fikrekî welê diafirîne ku mîna tecrîd rabûye, nîşan dide.
Bi vî rengî hewl dide berxwedanê lawaz bike.
Piştre jî polîtîkaya şerê taybet bi rengekî dijwar, mîna berê dewam dike.
Pêngava azadiya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, bandorek mezin kir.
Berxwedana civakî jî li her derê mezin bû.
Di heman demê de bûyerên li herêmê diqewimin dewleta Tirk gelekî tengav dikin.
Di polîtîkaya hundir, polîtîkaya derve de gelekî xitimî ye.
Dema ku ev hemû komî ser hev bû, hingî hevdîtin da kirin.
Besê Hozat, got ku, bi çûna Omer Ocalan ya Imraliyê, dewleta Tirk hewl da ku nîşan bide tecrîd bi dawî bûye.
Ti eleqeya vê yekê bi rastiyê re nîne. Ev rewş ji xwe şerekî taybet e.
Dewleta Tirk propaganda û agahiyên şerê taybet yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo bi kîjan armancê dike bila bike, wê bi rengekî gelekî nebaş li dewletê vegerin.
Dixwazim vê yekê bi taybetî destnîşan bikim.
Rêber Apo timî got. Li Îmraliyê tu tişt bi rengekî asayî naqewime.
Her tişta li Îmraliyê weke encameke polîtîkaya qirkirinê, encameke êrîşên qirkirinê rû dide.
Lewma eger zerar bigihêje tayekî porê Rêber Apo, ev gel wê cîhanê bi serê dewleta Tirk ve birûxîne.
Wê Tirkiye veguhere dojeheke mezin.