KCKê xwest gel li her derê li îradeya xwe xwedî derkeve û got:
AKP-MHP bi rêya qeyûman careke din îradeya gel xesp dike.
Li aliyekî behsa çareseriyê tê kirin û li aliyê din jî dest datînin ser îradeya gel.
Ev êriş careke din nîşan didin ku ti niyeteke wan a çareseriyê tine.
Hemû daxuyaniyên rayedarên îqtîdarê ji bo xapandinê ne.
Yek pîlaneke wan heye, ew jî biserxistina siyaseta qirkirinê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê xwest ti kesekî guh nede demagojiyên îqtîdarê û ev bang kir:
Gelê Kurd lazim e biçûk, mezin, jin û mêr giş dakeve qadan.
Heta îqtîdar paşve gav bavêje û şaredariyên xwe paşve bigre jî divê gel qadan bernede.
Berxwedana li dijî vê zîhniyetê berxwedana herî mafdar û rewa ye.
Banga me li gelê me ew e heta serketinê çalakiyên xwe bidomîne.
KCK’ê bang li hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê û gelê Tirk jî kir ku li cem gelê Kurd li dijî faşîzmê têbikoşin.