KCK’ê got, “Sê partiyên siyasî yên legal ên li Iraqê karên siyasî dikin, bi hinceta ku têkiliya xwe bi tevgera me re heye biryara girtina wan hate dayin. Eşkere ye ku hikumeta Iraqê li ser daxwaz û zexta PDK û dewleta Tirk ev biryar wergirtiye. Lewma ev biryar bi temamî siyasî ye. Biryareke antî demokratîk e ku ti pêwendiya xwe bi hiqûqê re nîne. Ji ber vê biryara antî demokratîk em hikumeta Iraqê bi tundî şermezar dikin. Hikumeta Iraqê serî li ber zextên PDK û dewleta Tirk tewandiye û bi vî rengî dewlet û civaka Iraqê xistiye bin tohmeteke giran. Ev biryara antî demokratîk bûye rûreşiyek ji dewlet û civaka Iraqê re û bi vî rengî derbasî nava rûpelên dîrokê bûye.”
Di dewama daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk li gorî destûra bingehîn a Iraqê ava bûne û di çarçoveya destûra bingehîn de karên siyasî dikin. Lewma sûcdariyên ku bi tevgera me re têkildar dikin û vê yekê jî ji bo girtina hersê partiyan dike hinceta girtinê, nêzîkatiyên bêbingeh û nehevgirtî ne. Ji bilî pejirandina fikrên Rêber Apo ti têkiliyeke rêxistinî ya van partiyên siyasî bi tevgera me re nîne. Li Rojhilata Navîn hêza sereke ya ku tevgera me pê re têkiliyê datîne dewleta Iraqê ye. Tevgera me bêyî ku tiştekî hêvî bike li dijî DAÎŞ’ê bi hawara gelê Iraqê ve beziya. Di çarçoveya daxwaz û vexwendina hikumeta Iraqê de hêzên me berê xwe dan wan deveran ku DAÎŞ lê bû, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û ev dever ji DAÎŞ’ê rizgar kirin. Hikumeta Iraqê ya wê demê bi rêveberiya tevgera me re hevdîtin kir, li pêşiya raya giştî spasiya tevgera me kir. Lê mixabin hikumeta Iraqê ya niha di nava nêzîkatiyeke berevajî vê de ye. Bi hêzên ku xwedî mejiyê DAÎŞ’ê ne têkiliyê datîne û li dijî tevgera me helwestê nîşan dide. Ev yek bi rengekî eşkere, berevajîkirina rastiyê ye, înkarkirina rastiyê ye. Bi ti awayî bi kêrî Iraqê nayê. Ha bi Tayyîp Erdogan re dimeşe ha jî bi DAÎŞ’ê re dimeşe, ti cudahî di navbera wan de nîne. Em careke din destnîşan dikin, ketina li pey Tayyîp Erdogan dewlet û civaka Iraqê ber bi metirsiyeke mezin ve dibe. Dewleta Tirk bi mejiyê neo Osmanî li herêmê li pey avakirina hegemonyayê ye. Êrişên qirkirinê yên li ser gelê Kurd jî, nêzîkatiya li Iraqê jî ji bo vê armancê ne. Dewleta Tirk bi sorkirina şer dixwaze vê armanca xwe pêk bîne. Dewleta Tirk dixwaze Kurdan, Tirkan, Ereban, Yahûdiyan, Farsan û gel û mezhebên herêmê hemûyan bera hev bide û bi vî rengî armancên xwe yên neo Osmanî bi cih bîne. Têkiliya bi hêzên xwedî vî mejî, bendewariya ji vê têkiliyê hem şaş e, hem jî tê wateya xizmeta ji bo hêza dijber. Lewma em careke din bang li hêzên siyasî yên Iraqî, partî, rewşenbîrên Iraqî dikin ku bi berpirsyarî rabin, li hemberî vê rêveçûna ku dewlet û civaka Iraqê ber bi metirsiyê ve dibe helwesteke şênber û bi biryar nîşan bidin.”