Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, got ‘Divê em li ser bingeha Modernîteya Demokratîk jiyanê jinûve ava bikin

 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, li ser bandora modernîteya kapîtalîst li ser herêmê, bi taybetî jî Kurdistanê, rastiya civakîbûna gelê Kurd û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalanm ji kovara “Azadî Komelge” re gotarek nivîsî.

Cemil Bayik, dibê je; ol di esasê xwe de li hemberî şaristaniya çînî û dewletparêz, helwestek demokratîk a komunal e.

Ev yek di olên yek xwedayî, Xirîstiyantî û Îslamiyetê de hene.

Gotina Cenabê Birahîm, ku dibeje, mirov nikare bibe xweda, mînak e.

Pêxemberan nirxên civakî pîroz dîtine.

Lê em dibînin ku ev xisletên olan û pêxemberan hatine veşartin.

Yan jî ji holê hatine rakirin.

Hêzên şaristaniyê ol ji cewhera wê dûrxistine û ji xwe re kirine amurê destilardariyê.

Li Rojhilata Navîn ewqas serdestî û îstîsmar li ser navê olê têne kirin.

Çeteyên DAÎŞ’ê û hovîtiya wan mînaka vê rastiyê ye.

Li Iraqê her kesî, li ser bingeha Sunnî û Şîatiyê li dijî hev bikartînin.

Faşîzma AKP-MHP’ê bi bikaranîna Îslamê û her cure bêexlaqî û îstîsmarê qirkirina Kurdan pêş dixe.

Di berdewama nirxandina xwe de balê dikişîne serdema dawî ya xanedana Osmanî û Cemiyeta Îttihat û Terakkî û dibêje.

Bi pêşxistina dewleta netew re, Îttîhat û Terakî bû beşek ji pergalê.

Li Îranê jî rewşek bi vî rengî derkete holê.

Di civaka Ereban de jî avabûna dewletên neteweyî, li ser xeta xanedaniya kevn derketin holê.

Bi taybetî Îngilîstanê civaka Ereb parçe kir û netewe dewletên ereb ava kirin.

Kurdistan jî di navbera dewletên neteweyî yên Tirk, Faris û Ereb de parçe kirin û dabeşkirin.

Modernîteya kapîtalîst gelê Kurd xistin nav pêvajoya înkar û tunekirinê.

Qirkirina Kurdan jî, bi vî awayî dest pê kir.

Cemil Bayik wiha dewam dike:

Di nav çar dewletên kolonyalîst û dagirker yên ku li Kurdistanê hatine avakirin de, dewleta Tirk pêşengiya qirkirina Kurdan kir.

Dewleta Tirk îro jî, helwesta qirkirina Kurdan didomîne.

Bi tu awayî hebûna Kurd qebûl nake.

Nêzîkatiya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de ye.

Ji xwe Başûrê Kurdistanê jî qebûl nake.

Tevî vê jî bi hêzên Başûr re têkiliyan saz dike, da ku di têkoşîna li dijî PKK’ê de serbikeve.

Tê zanîn ku PDK çawa bi ketina vê têkiliyê re, bûye hevkar û roleke xayîntiyê diliyze.

Bayik dibêje dû sedemê ve hene û wiha rêz dike:

Sedema yekemîn ew e ku, li ser bingeha Tirkîtiyê, neteweyeke Tirk ava bike.

Dixwazin her kesekî bikin Tirk.

Sedema duyemîn jî ew e ku modernîteya kapîtalîst piştgirî dide siyaseta qirkirina Kurdan ya dewleta Tirk e.

Ev pêvajo îro jî dewam dike.

Bêguman gelê Kurd, li dijî nîzama kolonyal ya qirkirinê têkoşînê dike û dixwaz paşerojên xwe azad bijî.

Rêber Apo jî, modernîteya kapîtalîst xistiye bin analîzeke berfireh û ji bo jiyaneke alternatîf modernîteya demokratîk honandiye.

Rêber Apo, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê jî şêwazê jiyaneke alternatîf pêşkêş kir.

Ji ber vê yekê, ramanên Rêber Apo li seranserê cîhanê têne hesibandin û pejirandin.