Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi dauxyaniyekê ragihand ku şervanê wan Xalid Şêx Dada li Efrînê şehîd bû.

 

Di daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê de wiha tê gotin:

Hevrê Brûsk Meydana li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayik dibe.

Di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û qirkirinê de hetanî kêliya dawî cihê xwe girt, bû şervanekî rûmetê.

Li hemberî her cure zordarî bi biryar sekinî û tevli karwanê şehîdan bû.

Di şexsê hevrê Brûsk de tevahî şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di serî de malbata şehîd, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Xalid Şêx Dada bi nasnav Brûsk Meydana, navê dayik Emîne navê bav Mihemed, li Efrînê ji dayik bûye 23’ê Tîrmeha 2024’de li Efrînê şehîd bû.