Hilbijartinên Başûr: Di 31 salan de parlamentoyê ji bo Kurdan çi kir?

Ji hilbijartinê re tenê 16 roj man, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê di serdemek dîrokî de pêktê. Li Rojhilata Navîn, taybet jî li Iraq û Herêmê, qeyrana siyasî, aborî, dagirkerî, lihevkirinên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hene. Di nav vê pêvajoyê de hîn jî pirsa ‘Gelo wê hilbijartin pêkwerin yan na?’ têkirin.

Di beşa yekem ya dosyayê de, me behsa pêvajoya hilbijartinên Herêma Kurdistanê ya ji salên 90’î heya 2018’an kir.

Emê divê beşa dawî ya dosyaya xwe de, behsa girîngiya hilbijartina nû, pêşketinên çêbûyîn, rewşa Herêma Kurdistanê, çima hilbijartin 4 caran hate paşxistin, bandora peymana dagirkeriyê ya di navbera Tirkiye-Iraq û PDK’ê ya li ser vê hilbijartina dawî û egera carek din paşxistina hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê bikin.

Her hilbijartinek divê piştî 4 salan were lidarxistin, hilbijartina herî dawî di sala 2018’an de hate lidarxistin û di 6’ê Mijdara 2022’yan de jî ev dem bi dawî bibû.

Barzaniyan dema hikumeta xwe dirêj kir

Di 6’ê Mijdara 2022’yan de dema yasayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bibû û piştre temenê parlamento û hikûmetê salek hate dirêjkirin û hîn bi awayek neyasayî hikumet karê xwe berdewam dike.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê di 10’ê Mijdara 2022’yan de dema parlamentoyê heya 31’ê Kanuna 2023’yan dirêjkir. Hêceta dema dirêjkirina parlamentoyê jî ew bu ku aliyên siyasî li ser pêkanîna hilbijartinê lihev bikin û komîsyona hilbijartinê were aktîfkirin û yasaya hilbijartinê jî were sererastkirin.

Barzanî 4 caran biryara hilbijartinê da

Zêdetirî 2 salan ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkbê, serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 4 caran biryara hilbijartinê da û roj diyarkir.

Biryara yekem

Di 24’ê Sibata sala 2022’an de biryar hat dayîn ku 1’ê Cotmeha sala 2022’an hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Yanî 7 meh ji beriya temambûna temenê dema pêncem ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêmê dema lidarxistina hilbijartina dema şeşem diyarkiribû, lê hilbijartin nehate kirin.

Biryara duyem

Di 26’ê Adara sala 2023’an de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 18’ê Mijdara 2023’yan weke roja ji bo hilbijartinê diyar kir. Carek din hilbijartin pêknehat.

Biryara sêyem

Di 3’yê Tebaxa sala 2023’an de Nêçîrvan Barzanî biryar da ku vê carê 25’ê Sibata sala 2024’an hilbijartin were lidarxistin. Lê ev roj carek din hat û çû, hilbijartin pêknehat.

Biryara çarem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 3’yê Adara 2024’an de bi daxuyaniyekê ragihand ku 10’ê Hezîrana 2024’an weke roja hilbijartinê giştî yên dema şeşem ya parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Di nav 2 salan de Nêçîrvan Barzanî 4 caran roja hilbijartinê diyarkir, lê ev hilbijartin pêknehat.

Biryara pêncem û dawî!

Berdevkê Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di 26’ê Hezîranê (2024) de ragihand ku serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Hewldanên Nêçîrvan Barzanî ên ji bo taloqkirina hilbijartinê

Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo ku hilbijartin pêk neyên ji Bexda bigire heya Îranê, kete nava liv û tevgerê. Nêçîrvan Barzanî di 29’ê Nîsanê de (2024) çû Bexdayê. Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokkomar, serokwezîr, aliyên siyasî yên Iraqê, îdareya Dewlet û balyozên cîhan û herêmê re civiya.

Li gorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî di wê serdana xwe ya jibo Bexdayê de, karîbû serkirde û aliyên Iraqî ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê razî bike.

Nêçîrvan Barzanî ji hinek serkirdeyên Iraqê dixwest bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bicivin û wî jî ji bo paşxistina hilbijartinê razî bikin.

Piştî Bexdayê berê xwe da Îranê

Nêçîrvan Barzanî piştî Bexdayê, vê carê berê xwe dabû Îranê, serokê demborî Nêçîrvan li Tahranê bi serokkomarê Îranê yê wê demê Îbrahîm Reîsî, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamneyî, serokê parlamentoya Îranê Mihemed Bagir, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiyê ya Niştimanî ya Îranê Elî Ekber Ehmediyan û rayedarên din yên Îraên re civiya.

Li gorî tê gotin armanca serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Îranê jî paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bû. Tê gotin Barzanî ji rayedarên Îranê xwestibû ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, zextê li Yekîtiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) bikin.

YNK jî ji bo pêkanîna hilbijartinê ket nav liv û tevgerê

Hema bêje rojane ji YNK’ê daxuyaniyê dijî paşxistina hilbijartinê dihatin. Rayedarên YNK’ê gelek caran bang dikirin ku hilbijartin di dema hatî diyarkirin de pêkbên û ew amadene.

Tevî PDK’ê 4 caran karî hilbijartinê paşbixe, lê ji ber zextên herêmî û navneteweyî herî dawî roja hilbijartinê diyarkir.

Hilbijartin

Berdevkê Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di 26’ê Hezîranê (2024) de ragihand ku serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku di 20’ê Cotmeha 2024’an de, hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê were lidarxistin.

Piştî gelek caran hate paşxistin, di 25’ê Îlonê saet 00:00’ê şevê de, bi biryara Komisyona Hilbijartinê ya Iraqê propagandaya ji bo hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê destpê kir.

Dema propagandayê 20 rojin û biryare di 20’ê Cotmehê (2024) de hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê pêkbê. Dengdana taybet jî wê di 18’ê Cotmehê de pêkbê.

Hilbijartin û metirsiyên heyî

Bê guman ji bo ku hilbijartin neyê kirin, PDK’ê gelek hewl da, lê herî dawî 20’ê Cotmehê ango 17 rojên din hilbijartine. Hîn jî pirsa ‘Gelo wê ev hilbijartin pêkwere yan na? tê kirin. Ji ber geşedanên li herêmê, alozî, qeyrana siyasî, aborî û dagirkeriya heyî hemû bi xwere vê pirsa hatî kirin tîne bîra mirov.

Lewma em li egerên ji bo paşxistin û nekirina hilbijartinê binêrin.

Di 15’ê Tebaxa 2024’an de di navbera Iraq-PDK û dewleta Tirk de li Enqereyê civînek hate lidarxistin. Di vê civîna ku dewama hevdîtinên beriya niha yên li ser esasê hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd bû, bi hevkariya PDK’ê di navbera dewleta Tirk û Iraq’ê de ‘peymana ewlekariyê’ hat îmzekirin.

Di peymanê de li gel rolê xiyanetê ku ji bo PDK’ê hatî diyarkirin, tê famkirin ku Iraq jî teslîmî siyaset û lîstikên dewleta Tirk bûye. Armanca peymana hatî îmzekirin, bi hevkariya berê ya PDK’ê û bi erêkirina Iraqê, dagirkerî û îlhaqa li ser Başûrê Kurdistan û êrişên li ser destkeftiyên gelê Kurd rewakirine.

Piştî peyman hate îmzekirin dewleta Tirk êdî bi awayek berçav dest bi dagirkeriyê kir. Dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê kete nava xaka Başûr, li nav xaka Başûr seytere danî û dest bi kontrolkirina nasnameyan kir.

Bivê re jî dewleta Tirk bi hevkariya nokeran û piştî peymanê, li Başûrê Kurdistanê dest bi komkujiyên dijî rojnamevan, çalakvan û welatiyên sivîl kir.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dewam dike, dewleta Tirk li nav xaka Iraq û Başûr baregehên nû ava dike û rojane bombebaranan pêktîne. Dewleta Tirk êdî beşek mezin ji Herêma Behdînanê weke xaka xwe dibîne û weke ku Tirkiyeye pênase dike. Tevî vê jî Iraq û rayedarên Başûr bêdengin. Bi bêdengiyê re tê dîtin ku rê li dewleta Tirk hatiye vekirin.

Hikumeta demborî mûçeyê karmendan belav nake

Li rexa din li Herêma Kurdistanê qeyranek aborî heye, Hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê mûçeyê karmend û mamostayan belav nake. Dema Bexda mûçe dişîne jî her carê bi hêcetên cûda paşdixe.

Nerazîbûnên mamostayan

Sala borî bi taybet li herêma Silêmaniyê hema bêje dibistan nevebûn û xwendinek baş nehate kirin. Mamostayên bi peyman taybet dijî nedana mûçe û ne tayînkirinê, boykot ragihandibûn û ders nedidan. Ji ber vê jî bi hezaran xwendevan ji xwendinê bê par man. Îsal jî bi destpêkirina dibistanan re heman pirsgirêk dewam dike. Tevî vê jî hikumeta demborî guh nade daxwazên mamostayan.

 Nakokiya siyasî

Li Herêma Kurdistanê piştî dema pêncem ya parlamentoyê dawî bû, nakokî jî kûrtir bûn. Bi taybet di navbera PDK û YNK’ê de ev nakokî roj bi roj mezin dibe. YNK’ê gelek caran parlamentoyê boykot kir, herwiha rayedarên YNK’ê gelek caran civînên Desteya Wezîran ya Hikumetê boykotkirin û neçûn civînên hikumetê.

Partiyên din yên siyasî jî li dijî siyaseta desthilatdariyê û dijî dagirkeriyê ti nerazîbûnek nîşan nedan. Tevî xelkê Başûr gelek caran daket qadan û daxwaza azadî û mafê xwe kirin, lê ji partiyên siyasî ti piştgiriyek negirtin.

Girtin dewam dikin

Li Herêma Kurdistanê bi taybet jî li herêmên dibin serdestiya PDK’ê de, rojnamevan, çalakvan û aktivîstên mafên mirovan nikarin bi asanî karê xwe bikin. Êdî welê hatiye, kes nikare li ser medya civakî wêneyek yan jî nivîsek parve bike yan jî qet nikarin hikumetê rexne bikin. Ji ber nivîs, rexne û azadiya fikir û raman niha jî bi dehan rojnamevan, çalakvan û welatiyên Başûrê Kurdistanê di girtîgehên PDK’ê de tên ragirtin.

Metirsiya li ser statûya Herêma Kurdistanê

Bi êrişên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê re, nakokiyên di navbera partiyên Başûr û nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de, metirsiyek mezin li ser statûya Herêma Kurdistanê jî heye. PDK ku di siyaseta xwe ya serdestî de israr dike, roj bi roj destkeftiyên Kurdan dixe bin metirsiyê. Ji ber siyaseta PDK’ê ya bi dijmin re, li Başûrê Kurdistanê ti aramiyek civakî, siyasî û aborî nîne.

Rewşa Herêmê

Bi taybet piştî êrişên Îsraîl yên li ser Filistînê, rewşa li Rojhilata Navîn jî roj bi roj ber bi ne zelaliyê ve diçe. Li Rojhilata Navîn şerek mezin heye û ev yek rojane mezin dibe. Bi taybet jî piştî êrişên Îsraîl yên li ser Lubnanê, şer gihiştiye lutkeyê. Iraq jî ku yek ji welatên Erebane, wê nesîbê xwe ji vê qeyranê bigire. Li gorî tê dîtin dibe ku Iraq jî weke Lubnanê raste rast bikeve nava şer de. Ji ber ku li Iraqê jî komên çekdar hene û rojane êrişî Îsraîl û Emerîkayê dikin. Lewma dibe ku Iraq jî weke herêmên din, bibe qadek şer.

Girîngiya hilbijartinê

Divê rewşa niha de li Başûrê Kurdistanê hilbijartin xwedî girîngiyek taybete, ji ber ku ger hilbijartinek azad pêkwere û xelk bi îradeya xwe dengê xwe bidin, wê hizba desthilatdar PDK piştî 32 salan ji kursî dakeve. Ger li Başûrê Kurdistanê hikumetek neteweyî û parlamentoyek demokratîk bê avakirin, wê bikaribin dijî dagirkerî, qeyrana siyasî, aborî û nerazîbûnên xelkê herêmê bibin bersiv.

Ger di hilbijartinan de Gelê Başûrê Kurdistanê bi serbikeve û dawî li desthilatdariya yek destî bîne, wê Kurd hemû nefesek mezin bistînin, bi taybet pirek di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê vebe. Bi peywendiyek xurt ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê re, wê Kurd bi hêz bibin û bikaribin ji bo pêşeroja hemû Kurdan biryarên girîng bidin û ji bo Kurd bigihin azadiyê gavên girîng bên avêtin.

Metirsiya mezin

Metirsiya herî mezin jî bê guman nebûna yekîtiya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ye, di nava aloziyek wiha de Herêma Kurdistan diçe ser sindoqan. Yê ku herî zêde ji vê rewşa aloz sud digire, bê guman dewleta Tirk a dagirkere. Xema dewleta Tirk tenê dagirkirin û tinekirina Gelê Kurde. Lewma partiyên Başûr her yek xwe bi welatek herêmê ve girêdane û Kurdistan jî kirine qada pêşbirkê ya aloziyan û dagirkeran.

Encam

Wek encam ji sala 1992 heya niha desthilata Herêmê tevî parlamentoya herêmê nekariye bibe bersiva xelkê Başûr, nekariye rê li dagirkeriyê bigire û dawî li qeyranan bîne.

Gelo wê ev hilbijartin pêkwere yan PDK carek din paşbixe û bi rêya dewleta Tirk serî li rêyên cûda bide? Ger PDK bi ser neket wê li herêmê çi rû bide û pêşketinên çawa bi xwere bîne? Di egera binketina PDK’ê ya di hilbijartinan de, gelo wê PDK dev ji kursiyên serokwezîrtî yan jî serokatiya herêmê berde yan na? Piştî hilbijartinan gelo wê hikumetek ku bikaribe nûnertiya hemû Gelê Başûrê Kurdistanê bike were avakirin yan na? Ev û gelek pirsyarên din, wê rojên piştî hilbijartinê diyar bibin.