Hiqûqnasê Swîsreyî Urs Matsinger, derbarê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de ji ANF’ê re axivî û got;
Hêzên kapîtalîst cîhanê kontrol dikin û rêbaza tecrîda girankirî bikarbînin.
Hêzên hegemon, kes û civakên ku metirsîdar dibîne dixine bin zextê û tecrîd dikin.
Lewma tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, tecrîd li ser civaka berxwedêr têva heye. Tirkiye jî, li Îmraliyê tenê gardiyantiyê dike.
Hiququnas URS dibêje; Birêz Ocalan ramangîrekî girîng e, rêbertiyê ji sosyalîzma zanistî re dike.
Tecrîd jî pêşketina zanista sosyalîst, yanî pêşketina zanista civakê asteng dike.
Tecrîd li ser Birêz Ocalan jî, di vê çaçroveyê de ye û li ser zanista civakî darbeyek e.
Rêber Abdullah Ocalan 42 meh in bi temamî hatiye tecrîd kirîn.
Ji xwe, ji roja ku deriyên Îmraliyê hatin vekirin, tecrîdê destpê kir.
Girava Îmraliyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve û weke mekanîzmayeke kontrolê hate amade kirin.
Divê Kurd hîn bêhtir xwedî li rêberê xwe derkevin.
Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo wan şensek e
Min bi xwendina pirtûkên wî Birêz Ocalan nas kir.
Eger destûr bê dayin weke parêzerekî dixwazim serdana Îmraliyê bikim.
Urs Matsinger got ku, tecrîda li Imraliyê, ji Tirkiyê û ji CPT jî wêdetir e.
Birêz Abdullah Ocalan hebûna dewletê ji bo civakeke exlaqî û polîtîk weke gefekê dibîne.
Tişta esasî ya ku destnîşan dike jî sînorê civakeke polîtîk û exlaqî ye.
Ti eleqeya birêz Ocalan, bi sistema netew dewletê re nîne.
Têkoşîna civakîbûna mirov bi cewherî têkoşîneke sosyalîzmê ye.
Lewma koka sosyalîzmê biqasî ya mirovahiyê kevn e.
Birêz Ocalan dîzayna herî bi rêk û pêk a demokratîk dixwaze.
Ji bo vê jî di 2 tiştan de israr dike. Yek; Xwebûn e. Ya duyemîn jî hişmendiya dîrokî ye.
Civakeke ku hate qirkirin, çawa dikare hebûna xwe biafirîne û çawa dikare xwe rêvebibe.