Navenda Ragihandina HPG’ê li ser çalakiyên Gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got:
“Li Herêma Xakurkê;
“25’ê Cotmehê, li Qada Berxwedanê ya Lolanê li hemberî dagirkerên ku hewl didan ber bi tunelên şer ve biçin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan kirin. Di navbera dagirkeran û hêzên Gerilla de şer derket. Di şer de 4 dagirker hatin ceza kirin.
27’ê Cotmehê de, hêzên YJA Starê, li Qada Berxwedanê ya Lolanê, bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran xistin, dagirkerek hate ceza kirin.
25’ê Cotmehê, hêzên YJA Starê, li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran xistin..
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
26’ê Cotmehê, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
26’ê Cotmehê, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sûîqestê li sîstemeke radarê ya dagirkeran hate xistin û hate îmhakirin.
Heman rojê, li hemberî dagirkerên ku berê xwe dane tunelên şer yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, 2 caran bi çekên ferdî destwerdan hate kirin.
Dîse, 26’ê Cotmehê, hêzên YJA Starêû, li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Li Herêma Metînayê;
24’ê Cotmehê, li Qada Berxwedanê ya Dergelê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
25’ê Cotmehê, li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
25 û 26’ê Cotmehê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên şer yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
25’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên şerm 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
25’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
25 û 26’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Berbizinê û Qele 4 caran,
Li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Sêdarê, Sîser, Çemrobotkî, Dêreşê 6 caran,
Li Herêma Metîna, Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê,
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 2 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
25 û 26’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 11 caran,
Li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 14 caran,
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, Girê Cûdî 10 caran; bi giştî 35 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”