Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê rewşa dawî ya şer ragihand.
HPG pêşî têkildarî çalakiyên gerîla van agahiyan dide:
Li herêma Metîna..
20’ê Tîrmehê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Serê Metîna bûn hedefa çekên giran ên gerîla.
Di encama çalakiyê de tevgera dagirekran hat rawestandin.
21’ê Tîrmehê jî derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkê hat xistin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê.
20’ê Tîrmehê di saet 10.45’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
20’ê Tîrmehê di saet 15.30 û 15.46’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û derb li çeperekî hate xistin.
22’yê Tîrmehê di saet 06.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
21’ê Tîrmehê di saet 13.25’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.
21’ê Tîrmehê di saet 13.30’an de dema ku ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk lê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
21’ê Tîrmehê di saet 21.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketin nav liv û tevgerê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;
20’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
21’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
20 û 21’ê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, Goşînê û Kendekola yên herêma Xakurkê 3 caran, qadên Deşta Kafya, Gûzê û Heftebax ên herêma Garê 9 caran, Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Şêlazê yên herêma Metînayê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qadên Berdespî û Berdesorê yên herêma Hecîumran 5 caran; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
20 û 21’ê Tîrmehê qada Girê Şekîf a herêma Xakurkê û qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”