HPG: Li Zapê droneyek hate xistin, mobesseyek hate îmhakirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê giran ê li çiyayên Kurdistanê agahiyên nû dan.

HPG radigihîne ku gerîlayan li Zap û Metîna gelek çalakî kirine û van agahiyan dide:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê:

27’ê Îlonê li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse bi çalakiyeke sekvaniyê hat îmhakirin.

Her wiha li heman qadê droneke artêşa Tirk bi çekên ferdî hat xistin.

28’ê Îlonê jî gerîlayên bi çekên giran derb li dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Bahar dan.

Di encama çalakiyê de tevgera dagirkeran a li qadê hat rawestandin.

Li herêma Metîna:

28’ê Îlonê artêşa Tirk bi helîkopteran qadên berxwedanê yên Dergelê, Beşîlî û Serê Metînayê bombebaran kirin .

Gerîlayan yekser mudaxele kirin û di encamê de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

HPG’ê têkildarî sûcên şer û êrişên hewayî yên artêşa Tirk jî agahî dan.

27’ê Îlonê tûnelên şer ên li qadên Berxwedanê yên Girê FM û Bahar 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî.

Carekê jî bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

Di navbera 27, 28 û 29’ê Îlonê jî:

Li Xakurkê qadên Berbizinê, Girê Qele, Şehîd Şerîf, Goşînê û Xinêreya Jor..

Li Garê qadên Mêranê, Heftebax, Sêdarê, Şiyê, Girê Sîser, Dêreşê, Deşta Kafya û Girê..

Li Metînayê qada Dergelê..

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Girê Baharê..

Û li Qendîlê qada Bêywanê bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Heman rojan li dijî gelek qadên Metîna û Rojavayê Zapê 36 caran êrişên bi helîkopterên pêk hatin.